Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Piştî gelek salên xebat û qurbanîdanê, em ber bi rawestgeha dawî diçin

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêncşembiyê bi helkevta hatina Cejna Qurbanê peyamek belav kir û tê de ragihand: “Piştî gelek salên xebat û qurbanîdanê, gelê me berev gihîştina bi rawestgeha dawî ya mafên xwe pêngavan dihavêje..”


Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di vê peyama xwe de prozbayiyên xwe pêşkêşî hemû malbatên şehîdan û tevahiya muslimanên Kurdistanê û cîhanê dike û hêvî dike, ku ew cejn bibe handerek ji bo xurtkirina pêkvejiyana ku di navbera pêkaheteyên olî û netewî yên Kurdistanê de heye.

Nêçîrvan Barzanî amaje bi rewşa Kurdistanê û deverê dike û dibêje, ku her çend rewşa deverê aloz e û Kurdistan di krîzan re derbas dibe, lê belê hêviya ku gelê Kurdistanê bigihîje tevahiya mafên xwe jî zêdetir bûye.

Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de wiha dibêje: “Cejna Qurbanê di demekê de tê, ku hêşta Kurdistan û dever bi giştî di rewşeke aloz re derbas dibin û encama wan krîzên ku rastî Kurdistanê hatine, rewşeke nexwastî çê kirine, lê belê di heman demê de hêviyeke mezin bo gihîştina bi xwezî û mafên rewa yên gelê Kurdistanê di asoyê de tê dîtin û piştî gelek salên xebat û qurbanîdanê, gelê me berev gihîştina bi rawestgeha dawî ya mafên xwe pêngavan dihavêje.”

Di beşeke din a peyama xwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje: “Yekîtî û yekrêzî û pêkvebûn û hevkariya navbera alî û pêkhateyên Kurdistanê, rêya me ya ji bo gihîştina bi armancan nêzîktir dike, ji ber vê jî hêvîdarim ku hemû pêkhate û aliyên Kurdistanê hestyariya rewşê û giringiya karkirina bi hev re, bi armanca gihîştina bi serkevtina yekcarekî û bi dest xistina tevahiya mafên gelê Kurdistanê, li ber çav bigirin û em hemû bi hev re hewl bidin, ku hemû arîşe û giriftan bi rêya diyalogê û têgihîştina ji hev çareser bikin û xwe ji qonaxa li pêş re amade bikin.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha tekez dike: “Bi vê hêviyê ku gelê Kurdistanê cejn û helkevtên li pêş di bin siya kurdistaneke gihîştî bi tevahiya mafên xwe û dûr ji şer û teror û aloziyê de bike û hemû xuşk û birayên me yên aware û penaberên hemû pêkhateyên netewî û olî bi serfirazî vegerin ser mal û warên xwe.”