Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî bang li Kurdistaniyan kir: Bo serxwebûnê bêjin Erê

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta cejna Qurbanê bang li Kurdistaniyan kir, bo damezirandina dewleta Kurdistanê di referandumê de dengê “erê” bidin.

Mesrûr Barzanî bi helkefta cejna Qurbanê, peyamek belav kir. Barzanî di peyama xwe de, cejna Serok Barzanî, malbatên şehîd û pêşmergeyan, tevahiya karmendên asayiş û polîs û gelê Kurdistanê pîroz kiriye.

Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê her wiha bang li Kurdistaniyan kiriye, roja referandumê dengê “erê” bidin serxwebûna Kurdistanê. Naveroka peyama Mesrûr Barzanî ev e:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,

Ez cejna Qurbanê li cenabê Serok Barzanî, malbatên serfiraz yên şehîd û hemû pêşmergeyên qehreman, karmendên Encumena Asayişê, dezgehên asayiş û polîs û welatiyên Kurdistanê pîroz dikim.

Cejna îsal di demekî de tê pîrozkirin ku emê çend rojên din hemû bi hev re biçin ser sindoqan bo diyarkirina qedera welatê xwe.

Bi vê helkeftê ez careka din daxwaz dikim em, ji bo damezirandina dewletekê ku em hemû xwe welatiyê wê bibînin û arizûya şehîdan û daxwaza mêjve ya gelê Kurdistanê bicîh bînin û pêşiya dubarebûna êş û kederên ku nayên hejmartin, bigirin, di referanduma serxwebûnê de dengê “erê” bidin.

Ez cardin cejna Qurbanê li we hemiyan pîroz dikin û hêvîdar in di bicîhanîna erkên xwe yên niştimanî de serkeftî bin. ”