Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî bo gelê Kurdistanê: 25ê Îlonê bikin cejna serxwebûnê

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya Cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û ji gelê Kurdistanê re got: “Roja 25 Îlonê hemû bi dengê Erê ji serxwebûna Kurdistanê re, bikin cejneke niştimanî mezin û di salên bê de wê rojê weke cejna serxwebûnê bibîr bînin.”

Peyama pîrozbahiya cejnê ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi vî awayî ye:

“Bi boneya hatina Cejna Qurbanê ez pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê û hemû musilmanên cîhanê dikim.

Pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan dikim, ku bi xwîna ezîzên wan azadî û rûmeta welatê me hatiye parastin.

Pîrozbahiyê li hemû pêşmergeyên qehreman dikim ku li çeperên bergiriyê de ne ji bo parastina rûmeta gel û axa welat û herwiha ez destxweşiyê li hêzên asayişê û polîsan dikim ku bi bêmandûbûn bi erkê parastina aramî û asayişa xelkê bi başî radibin.

Ez hêvîdar im roja 25 Îlonê hemû xelkê Kurdistanê bi dengê Erê ji serxwebûna Kurdistanê re, wê rojê bikin cejneke niştimanî mezin û di salên bê de wê rojê weke cejna serxwebûnê bibîr bînin.

Cejna we pîroz be û hêviya şadî û bexteweriyê ji we re dixwazim

Mesûd Barzanî

13-8-2017”