Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Em sitargeh û piştevanên kurdên perçeyên din ên Kurdistanê ne

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dibêje, em piştevan û sitargeha kurdên perçeyên din ên Kurdistanê ne, ew ji bo mafên xwe çi bikin, emê pişta wan bigirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, “Nasnameya Kerkûkê Kurdistanî ye û her kesek bixwaze bi zorê bibe, heta dawî kes rûbirûyî wan dibin û heger hat û êrîş kirin û bixwazin bi zorê xwe bi ser de bisepînin, ew tiştê rû bide di xeyala kesî de nayê.” Tekez kir jî, referandûm di dema xwe de tê kirin û dewleta Kurdistanê federalî dibe.

Di çarçova hevdîtina ligel mamosteyên zanîngehên di sînorê Hewlêrê de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî behsa hevbeşî û hevsengiya di avakirina dewleta Iraqê de kir û got: “Di vê demê de ligel çend şandên welatên cîhanê û welatên cîran civiyam, tu nûnerekî wan dijayetiya xwe bo daxwaza Kurd di diyarkirina çarenivîsê de nîşan neda. Tenê têbîna wan li ser demê hebû, li gor wan referandûm di vê rewşa pir krîz a navçê de, bandorekê li ser şerê li dijî DAIŞê dike, lê di rastiyê de tu bandor li ser şerê DAIŞê nabe.”

Got jî: “Min ji wezîrên derve yên welatan re ragihand ku, reng e birêvebirina referandûmê bibe sedema dûrketina serankêşiyê li ser şerê DAIŞê.” Ragihand jî, “Ew daxwaz dikin referandûm bo demeke din bê paşxistin, lê min ji wezîrên welatan re ragihand, bedîlê paşxistina referandûmê çi ye?”

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, “Kerkûk dibe bajarê pêkvejiyanê di navbera pêkhateyan de û nabe pêwendî jî ligel kesên ku dijayetiya referandûmê dikin, bê birîn.”

Serok Barzanî dibêje: “Tu carekê çaverêya wê nebûn, ku welat bên û bibêjin ev e dewlet û li we pîroz be. Em bixwe ji sala 1991an ve rûbirûyî heman tehedeyane bûn, lê bi vîna bihêz ya gelê Kurdistanê û serkirdayetiya Kurdistanê, me karî parlemento û hikûmetê jî damezrînin.”

Amaje bi wê jî kir, “Eger heye ji piştî referandûmê û ragihandina dewleta Kurdistanê, hin welat bi awayekî demkî helwest bigirin, lê dirustkirina dewletê bê bac nabe û dibe bo wê jî amade bin.”

Di berdewamiya gotara xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê careke din derbarê awayê dahatû ya dewleta Kurdistanê de axivî û got: “Bi me xweş e dewleta Kurdistanê, dewleteke federalî be û tevahiya mafên pêkhateyên netewî û olî tê de parastî bin.”

Herwiha amaje bi wê kir, pêwîst e di dewleta Kurdistanê ya nû de kar li ser sîstemeke nû ya aborî were kirin û daxwaz ji mamosteyên zanîngehan û akademesyenan kir, hevkariyê di destûra dewleta Kurdistanê de bikin, ku çawa be.