Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Pêşmerge: Termê 20 terorîstên DAIŞê ketine destê me

Eniya Rojavayê Dîclê-KDP.info- Fermandehiya Eniya Rojavayê Dîclê ya Hêzên Pêşmerge di daxuyaniyeke din de ragihand ku terorîstên DAIŞê hewl didan xwe bighînin sînorê Sûriyê lê Hêzên Pêşmerge bi tundî li wan dan û termê 20 kesan ji wan ketine destê Pêşmerge de.

Ev jî tekesta wê daxuyaniyê ye:
“Piştî me îro di daxuyaniyekê de nûçeya têkbirina hewleke terorîstên DAIŞê di şeva borî de, belav kir, ku hejmareke terorîstên DAIŞê hewl dan li gundê Xerac ê navçeya Herdanê xwe nêzîkî çeperên Pêşmerge bikin û dixwestin xwe bighînin sînorê Sûriyê, lê Hêzên Pêşmerge li wan hatin hev û di encamê de 2 terorîstan xwe teqandin û hejmarek jî hatin kuştin û yên din jî reviyan, lê Pêşmerge bi qehremanî li pey wan terorîstan çûn û hejmareke din ji terorîstan bûn armanca agirê Pêşmerge û piştî şerekî giran termê 20 terorîstan ketin destê Pêşmerge.
Terorîstan ziyaneke mezin dîtin û Pêşmerge li wan digerin û pişkinîna navçeyê jî berdewam e.”