Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Em referandumê paş naxin..PKK ne terorîst e

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, ku bi ti awayî paşxistina referandumê di rojevê de nîne û da zanîn, ku wan tenê pêşniyara Amerîkayê ya ji bo berdewamkirina guftûgoyên li gel Bexdayê qebûl kirine. Herwiha got jî ku ew PKK wek girûpeke terorîstî nabînin.

Serok Barzanî di hevpeyvînekê de ji rojnameya Ekaz a Erebîstana Siûdî re got, ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê daxwaza paşxistina giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê kiriye lê ew ji vê daxwazê razî nebûye.

Serok Barzanî da xuyakirin, ku wan bi tenê daxwaziyekê Amerîkayê qebûl kiriye, ku ew jî guftûgoya li gel Bexdayê ye û got: "Me daxwaza paşxistina giştpirsiyê qebûl nekir lê ji bo peydakirina rêyeke çareseriyê, ji bo paşerojeke baş, daxwaza danûstandinên li gel bexdayê qebûl kir.”

Serok Barzanî tekez kir, ku bi ti awayî paşxistina giştpirsiyê ne di rojevê de ye û got: “Dibe di van şert û mercan de, ji ber guvaşan em li gel Bexdayê heta salek û du slaê din jî weke şîrîk bimînin. Lê di vê heyamê de jî nêzîkatiya Bexdayê ya li hember Kurdistanê neyê guhertin û mafêm me qebûl neke dîsa serkeftî nabe. Çimkî şîrîkatiya li gel Bexdayê bê encam e.”

“Destwerdana Îranê qebûl nakin”

Di hevpeyvînê de Serok Barzanî behsa pêwendiyên Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê kir û da xuyakirin: “Em dixwazin pêwendiyên me yên li gel Îranê li ser hîmê cîrantiyeke baş û berjewendiyên hevbeş be. Em naxwazin ti aliyek destwerdana karê aliyê din bike. Lê dubare dikim, em serweriya ti kesan bi ser xwe de qebûl nakin.”

Derbarê cudahiya di navbera helwesta Silêmaniyê û Hewlêrê ya li hember Îranê de, Barzanî wiha axivî: “Dibe ji ber pêgeha cografîk pêwendiyên Silêmaniyê yên li gel Îranê ne mîna yê Hewlêrê bin. Lê ev yet teqez û misogere, ku siyaseta Kurdistanê destwerdan û wesayeta Îranê qebûl nake.”

Derbarê metirsiya wê yekê, ku Îran her weke Iraq, Sûriye, Lûbnan û Yemenê dest bi ser Herêma Kurdistanê de bigre, Barzanî diyar kir: “Briyara me zelal e. Em naxwazin li gel Îranê bikevin pevçûnan yan jî pozberiyan. Lê em rê nadin liv û tevgerên bi vî awayî yên Îranê bigihin Herêma Kurdistanê. Destwerdana Îranê ya ji bo karûbarên Herêma Kurdistanê bi temamî hatiye redkirin.”

“Em PKKê terorîst nabînin”

Serok Barzanî eşkere kir, ku di navbera Herêma Kurdistanê û dewleta Qeterê de pêwendiyên bi hêz nînin û got: “Ew pêwendiyên me yên li gel Siûdî, Îmarat û Kuweytê hene, li gel Qeterê nînin. Zanyariyên me li ser rewşa Qeterê nîne.”

Derbarê helwesta Kurdistanê ya derbarê rêxistina Birayên Misliman (Exwanil Mûslimîn) de Serok Barzanî ragihand: “Li Kurdistanê Exwan nîne. Lê partiyên Kurdistanê hene ku li gel wan hevsoz in. Li Kurdistanê 3 partiyên îslamî û komên selefî hene. Ew jî qebûl nakin ku Exwan bin.”

Di hevpeyvîna xwe de Serokê Herêma Kurdistanê behsa helwesta PKKê û PYDê ya li hember giştpirsiyê kir û diyar kir, ku ew piştgiriyê didin giştpirsiyê.

Li ser pirsa “gelo PKK rêxistineke terorîstî ye?” Serok Barzanî got: “Em wan weke girûpeke terorîst nabînin.”

Giştpirsî ne li dijî Tirkiyê ye

Serok Barzanî destnîşan kir, ku Herêma Kurdistanê di 25 salên derbasbûyî de nîşan daye, ku ji bo Tirkiyê ne metirsî ne û cihê baweriyê ne û wiha berdwam kir: “Di paşerojê de jî dê wiha be. Li gel Tirkiyê berjewendiyên me yên hevbeş hene. Giştpirsî mafê me yê sirûştî ye. Bi kurdên Tirkiye û Îranê ve eleqeder nîne. Divê ew pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê li gel hikûmetêen wan welatan çareser bikin. Em amade ne hemû alîkariyekê bidin wan.”