Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî Generalê Amerîka piştrast kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Fermandarê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku referanduma Kurdistanê qet bandoreke xerab li ser şerê li dijî DAIŞê nake.

Îro Pênçşema 17.08.2017 li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya General Joseph Votel Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka û şandekî li gel kir ku ji Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraqê û General Dawnsend Fermandeyê Hêzên Amerîka li Iraqê û Ken Gruss Konsolê Amerîka li Hewlêr û hejmarek şêwirmendên serbazî ya artêşa Amerîkayê pêkhatibûn.

Di hevdîtinê de Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka li axaftina xwe de ronahî xiste li ser pêşhatên siyasiyên navçeyê û guherîna hevkêşeyên hêzan û bi hurî stratejiya serbazî û siyasiya Amerîkayê li ser navçeya Rojhilata Navîn û Rojavayê Asya li qonaxa niha û paşarojê de ji bo Serok Barzanî xisterû.

Her li vê civînê de şerê dijî DAIŞê li Iraq û Sûriye hate nirxandin û Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka pêzanînên xwe ji bo rola hêzên Pêşmerge ya li têkşikandina DAIŞê de hebû û ragihand ku hevpeymanan bi wê encamê gihîştîn, ew serkeftinên ku li operasyona azadkirina Musilê li beranber DAIŞê de bi dest ve hat bi bê hemahengî li gel Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêknedihat.

Di beşekî dinê axaftina xwe de balkişand li ser serdana şanda Kurdistanê ya Bexda û hêvî xwest ku encama guftûgoyan hebê û xizmeta aramiyê bike û ew babeta cewheriya li navbera Iraq û Kurdistanê da heye li rêya diyalogê bi erênî bê çareser kirin.

Di beşekî dinê vê hevdîtinê de di derbarê şerê terorê de Serok Barzanî wê yekê dûpat kir ku rûbirûbûna terorê yek ji ewlewiyata Herêma Kurdistanê û proseya referandûmê jî bi tu awayekî bandorê li ser şerê DAIŞê nakê û Kurdistan herdem û bi hemû hêzek ve amadeye ji bo rûbirûbûn û têkşikandina terorê û ji bo vê mebestê jî li gel hevpeymanan û Hikûmeta Iraqê li hemahengiyên berdewam da dibe. Eve jî xisterû ku serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê têgihîştina xwe ji bo têbînî û gûmanên Amerîka heye, lê belê li heman demê de pêwîste Amerîka jî ji nîgeranî û biryar û îradeya xelkê Kurdistanê têbigihe.