Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Dûşemê şanda referandumê biçe Bexdayê..Endamên şandê hatin diyarkirin

Hewlêr-KDP.info- Endamê Encumena Bilind a Referandumê Sadiq Cebarî ragihand ku roja Dûşemê dê şanda referandumê biçe Bexdayê û li wir pirsa referandumê û binpêkirinên Hikûmeta Iraqê ligel hizb û aliyên siyasî yên Iraqê gotûbêjan bike.

Îro Encumena Bilind a Referandumê bi serperiştiya Serok Barznaî civiya û di wê civînê de hêlên giştî û naveroka danûstandinên ligel Bexdayê yên li ser pirsa referandumê hatin diyarkirin.

Sadiq Cebarî derbarê civîna îro de ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro biryar li ser xal û hêlên danûstandinên ligel aliyên Iraqê hatin diyarkirin û biryar e roja Dûşemê ew şand biçe Bexdayê. Dê ew şand ligel Şîe û Suneyan û pêkhateyên din jî bicive û gotûbêjan ligel wan bike. Herwiha biryar e ligel Hikûmeta Iraqê jî bicive.”

Cebarî wiha got: “Şanda referandumê dê behsa binpikirinên Hikûmeta Iraqê bike û dê ji wan re bêje me biryara referandumê daye û divê hûn jî nebin rêgir ji referandum û serxwebûna Kurdistanê re û em dixwazin bi aştî bighên wî mafê xwe. Eger ji me re bêjin çima we ew biryar daye emê ji wan re behsa çend mijaran bikin, wek binpêkirinên Hikûmeta Iraqê li hemberî Kurdistanê. Emê bi zelalî behsa her tiştî bikin û ew jî azad in ku helwêsta wan çawa be.”

Li gorî wî endamê Encumena Bilind a Referandumê, piştî ku Serok Barzanî û Kosret Resûl hatin erikdarkirin bo pêkanîna şanda Kurdistanê, ew şand hat pêkanîn û navê endamên şandê jî ev in: Dr. Roj Şawês wek nûnerê PDKê, Seidî Pîre wek nûnerê YNKê, Dr. Mihemed Ehmed nûnerê Yekgirtû, Macid Bazirgan nûnerê Turkmanan, Viyan Dexîl nûnera Êzdiyan û Romyo Hekarî nûnerê Xristiyanan.

Attachments area