Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Naveroka danûstandinên ligel Bexdayê hate diyarkirin

Hewlêr-KDP.info- Encumena Bilind a Referandumê hêlên giştî û naveroka danûstandinên li gel Bexdayê yên li ser giştpirsiyê diyar kir.

Îro roja şemiyê 12ê Tebaxa 2017an li Pîrmamê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Encumena Bilind a Referandumê civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Di vê civînê de serdana çaverêkiriya şanda bilinda Herêma Kurdistanê ya ji bo Bexda bi mebesta danûstandina li ser pirsên siyasî û olî, peywendiya di navbera Hewlêr û Bexda guftûgo kirin û hêlên giştî û naveroka danûstandinan jî diyar kirin.”

Şanda Bexdayê ya Encumena Bilind a Referandumê di roja duşema derbasbûyî de sê car civîn pêk anîbû û biryar e ev şand di roja 14ê Tebaxa 2017an de serdana Bexdayê bike.