Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî bo Amerîka: Gelê Kurdistanê biryar daye ku bi rêya xwe de here

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêwemdiyeke telefonî encam dan û li ser mijarên weke referandum û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi hev re gotûbêj kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, ku êvariya duh pêncşembiyê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson bi rêya telefonê pêwendî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir.

Li gorî daxuyaniyê, di vê pêwendiya telefonî ya navbera Mesûd Barzanî û Rex Tillerson de, gotûbêj derbarê pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û mijara referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê hat kirin.

Di vê pêwendiya telefonî de, Tillerson ji ber têkşikandina terorîstên DAIŞê destxweşî li Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê kir û serkevtinên Pêşmerge pîroz kir. Herwiha Tillerson serxweşî li malbat û kesûkarên wan pêşmergeyan kir, ku di şerê li dijî terorîstan de canê xwe feda kirine û şehîd bûne.

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha ragihandiye, ku di vê pêwendiya telefonî de Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji Serokê Herêma Kurdistanê re gotiye, ew baş dibînin ku referanduma li Herêma Kurdistanê were paşxistin. Herwiha Rex Tillerson tekezî li ser piştgiriya xwe bo diyalog û danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê jî kiriye.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Di beşeke din a vê pêwendiyê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê destxweşî li Serok Barzanî û serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê kir, bo biryara pêkanîn û birêkirina şanda bilind a Herêma Kurdistanê bo Bexdayê, bi armanca danûstandina li ser mijarên siyasî û herwiha ew jî ragihand, ku bi wî wiha baş e, ku referanduma li Herêma Kurdistanê were paşxistin û tekezî li ser piştgiriya xwe bo diyalog û danûstandinên navbera Herêmê û Bexdayê jî kir.”

Serokê Herêma Kurdistanê jî di vê pêwendiya telefonî de, spasiya Wezîrê Derve yê Amerîkayê kir û li hember wan alîkariyên ku Amerîkayê di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de pêşkêşî Hêza Pêşmerge kiriye, pêzanîna xwe nîşan da û tekezî li ser wê yekê jî kir, ku di demek nêzîk de şanda pilebilind a Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike, bo gotûbêjkirina wan mijarên ku pêwendî bi paşeroja pêwendiyên navbera Kurdistanê û Iraqê ve hene.

Li gorî daxuyaniyê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li hember daxwaza Wezîrê Derve yê Amerîka ya derbarê paşxistina referandumê de, ji Rex Tillerson re gotiye, ku li hember paşxistina referandumê, çi garantiyek û çi alternatîvek bo paşeroj û diyarkirina çarenivîsa gelê Kurdistanê heye?

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye: “Derbarê daxwaza ji bo paşxistina referandumê, Serok Barzanî ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê re ragihand, ku ew pêkvejiyana ku li Kurdistanê di berê de û di qonaxên cur bi cur de li gel dewleta Iraqê hewl bo wê dida, nehat cîbicîkirin, her ji ber wê jî gelê Kurdistanê biryar da, ku bi rêya xwe here. Serok Barzanî ew jî ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê re da xuyakirin, ku pirsyar ev e, gelo li beramberî paşxistina referandumê çi garantiyek û çi alternatîvek heye bo paşeroj û diyarkirina çarenivîsa gelê Kurdistanê?”

Her di vê pêwendiya telefonî de, her du aliyan biryara dan, ku di hemû pêngav û pêşhatên siyasî yên dahatî de, hevkar û hemaheng bin û di pêwendiyeke berdewam de jî bin.