Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Federasyona Kurdî li Swêdê: Herçar perçeyên Kurdistanê piştgiriyê li referandumê dikin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Federasyona Komeleyên Kurdî li Swêdê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan ragihand ku herçar perçeyên Kurdistanê piştgiriyê li referanduma Başûrê Kurdistanê dikin.

Roja pênçşem 10.08.2017 li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Keya Îzol Serokê Federasyona Komeleyên Kurdî li Swêdê kir.

Di hevdîtinê vê de Serokê Federasyona Komeleyên Kurdî li Swêdê palpiştiya xwe û Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ji bo referandum û proseya serxwebûnê ragihand û eve jî xisterû ku revenda Kurdî ya her çar perçeyan bi coşeke mezin piştevanê referanduma Başûr in.

Her wiha behsa wê bername û kar û çalakiyan kir ku Federasyona Komeleyên Kurdî li Swêdê dixwaze li Parlemena Swêdê û civînên girseyî û cemawerî li Swêdê û anîna çavdêrên navdewletî ji bo Kurdistanê encam bide.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî rola Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ya li piştevanîkirina referandumê kir û destxweşiyê li wan kir û behsa biryara referanduma Kurdistanê kir û tekez li wê yekê kir ku ev biryar biryara xelkê Kurdistanê ye û ji encama şikestanîna şeraket û tevafuqa li Iraqê de pêk hatiye.

Di dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî ronahî xist ser civîna aliyên siyasiyên Kurdistanê ya li 7 ê hezîrana 2017 ku tê de biryar hate dayîn ku 25ê Îlona 2017 wekî roja encamdana referandumê bê diyarkirin û bi rojekî bi rûmet di dîroka gelê Kurdistanê de wesif kir.

Serok Barzanî tekez jî kir ku referandum ji bo serxwebûna Kurdistanê ye û ewên dibêjin dem ne guncaw e ji bo referandumê divê ji me re bibêjin ka kengê guncaw e? yan bêjin ku bedîla referandumê çiye?