Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê biryara referandumê daye û em paş naxin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, gelê Kurdistanê biryara encamdana referandoma serxwebûna Kurdistanê daye ne hizb û hêzekî û referandum nayê paşxistin.

Serok Barzanî îro li Hewlêrê bi mela û zanayên îslamî yên Kurdistanê re li ser referandoma serxwebûna Kurdistanê civiya.

Serok Barzanî diyar kir ku referandom tenê bo kurdan nîne bo hemû pêkhateyên Kurdistanê ye û got, êdî Iraq nikare Kurdistanê wek şirîkek rasteqîn qebûl bike, ji bilî wê yekê bi hezaran gundên Kurdistanê wêran kir, qonaxên erebkirin û asîmîlasyonê bi ser kurdan de sepand, enfal bi ser gelê kurd de pêk anî û da ber bombên kîmyayî.

Serokê Herêma Kurdistanê da xuyakirin ku ji sala 2003 ve heta niha herî kêm 55 madeyên Qanûna Esasî ya Iraqê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatine binpêkirin, her wiha erebên sunnî û gelê Kurdistanê jî hatine piştguhxistin û got, kurdan gelek hewl dan Iraqê bikin welatekî federal lê pêk nehat. Me gelek caran gotibû ku eger Iraq Qanûna Esasî binpê bike wê çaxê emê nebin beşek ji Iraqê.

Mesûd Barzanî, bersiva wan kes û welatên ku dibêjin niha ne dema referandomê ye, jî da û got, wê çaxê bila ew rojekî bo me destnîşan bikin û bêjin me. Madem ti alternatîfa wan nîne wê çaxê bila daxwaza paşxistina referandomê jî nekin ji ber ku em paş naxin.

Serok Barzanî anî ziman ku biryara encamdana referandomê ji aliyê gelê Kurdistanê ve hatiye dayîn û got, biryara referandomê ji aliyê partiyekî yan jî aliyekî ve nehatiye dayîn ji aliyê gelê Kurdistanê ve hatiye dayîn.

Serok Barzanî ragihand ku gava gelê Kurdistanê sala 1925, di rapirsîna komkara gelan de biryar da bi Iraqê re bin, şertek danî ew jî ew bû ku bibin şirîkê Iraqê.

Serokê Herêma Kurdistanê behsa komkujî û jenosîda ku Iraqê aniye serê kurdan jî kir û got, 12 hezar xortên feylî û 8 hezar barzanî di serdema rêjîma Beisî de wenda bûn. Piştî ku rêjîma Beisî hilweşiya derket holê ku çekên kîmyayî li ser hinek ji wan feylî û barzaniyan hatine ceribandin.

Serok Barzanî behsa taybetmendiya efûkirinê ya gelê Kurdistanê jî kir û got, bihara 1991 dema gelê Kurdistanê Raperrîn kir, du tabûrên artêşa Iraqê teslîmî gelê Kurdistanê bûn lê ti kesî hizra hildana tolê nekir û bi hurmet ew dîsa vegerandin nav artêşê.

Serok Barzanî ji mela û zanayên ayînî xwast, welatiyan hişyar bikin û referandum û serxwebûna Kurdistanê ji wan re şirove bikin.