Hewlêr-KDP.info- Endam û berdevkê Polîtburoya PDKê Mehmûd Mihemed ragihand ku sibe Sêşemê dê Polîtburoyên PDK û YNKê bicivin û dê çend pirsên girnîg gotûbêj bikin.
Di daxuyaniyeke taybet de derbarê civîna sibe ya şandên pilebilind ên PDK û YNKê de, Mehmûd Mihemed ragihand: “Civîna sibe berdewamiya civînên PDK û YNKê ne. Di civînê de dê proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê, mijara aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê, rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê, rewşa siyasî û ewlehî ya navçeyê bi giştî û pêşhatên dawî û pêwendiyên di navbera herdu aliyan de bên gotûbêjkirin.”