Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PKK metirsî li ser jiyana xelkê deverên ser sînor çêkiriye

Batofe-KDP.info- Çekdarên PKKê di nava axa Herêma Kuridstanê de û bi bê berçavkirina rewşa navxwe ya herêmê û parastina welatiyan bombeyek bi karwanê artêşa Tirkiyê de teqandine. Berpirsekî nahiyeya Batofeyê jî dibêje, ji ber PKKê metirsî li ser jiyana welatiyan çêbûye.

Eqîd Dilêr Zêbarî Fermandarê Pasevanên Sînor li Parêzgeha Dihokê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro çekdarên PKKê li nêzîkî nahiyeya Batofeyê ya ser bi Zaxo ve bombeyek bi karwanê artêşa Tirkiyê ve teqandin û di encamê de wergêrek û 3 serbazên Tirkiyê birîndar bûn.”

Berpirsê Lêjneya Navçeya Batofeyê ya PDKê Salih Îsa ji malpera KDP.info re ragihand: “Êrîşa îro ya çekdarên PKKê tirseke mezin xistiye nava xelkê gundên deverê, ji ber ku ew riya ku îro PKK çalakiya xwe tê de kir, riyeke sereke ya xelkê ye û dikeve navbera nahiyeya Batofe û Kanîmasê de û rojane gelek welatî di wê riyê re diçin û tên.”

Jibilî nahiyeya Batofe, li deverên Amêdiyê û Zaxo û Akrê û Mêrgesor û Soran bi sedan gundên Başûrê Kurdistanê di bin kontrola PKK de ne û xelkê wan gundan ji her tiştî hatine bêbeşkirin û berdewam Tirkiye û Îran gundên wan topbaran û bombebaran dikin. Herwiha tenê li Batofe nêzîkî 30 gund ji ber PKKê nehatine avedankirin û ev yek dihêle ku ziyan bighê Herêma Kurdistanê.