Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Komîteya Referandumê şanda danûstandinan ligel Bexdayê pesend kir

Hewlêr-KDP.info- Komîteya Bilind a Referandumê biryar da ku şandeke danûstandinê bo gotûbêjkirina mijara referanduma Herêma Kurdistanê bişîne Bexdayê.

Îro Komîteya Bilind a Referandumê bi serpireştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya.

Civîna Komîteya Bilind a Referandumê derdora 2 saetan dom kir û berî demekê bi dawî hat û tê de çend biryar hatin dan.

Piştî civînê, daxuyaniyeke kurt derbarê naveroka civînê de hat weşandin û tê de tê gotin, ku “di civînê de pêşhatên herî dawî yên siyasî û helwestên navxweyî û navçeyî û navdewletî hatin gotûbêjkirin û nirxandin jê re hat kirin.”

Li gorî daxuyaniyê, di civîna xwe ya îro de Komîteya Bilind a Referandumê biryara birêkirina şandeke danûstandinê bo Bexdayê jî pesend kiriye.

Komîteya Bilind a Referandumê ragihadiye: “Biryara pêkanîna şandeke danûstandinê li gel Bexdayê hat pesendkirin û acenda û bernameya karê wê şandê jî biryar li ser hat dan.”

Roja 7ê Hezîrana 2017ê, hemû partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, ji bilî Tevgera Goran û Komela Îslamiya Kurdistanê, bi serpireştiya Serokê Herêma Kurdistanê civiyabûn û biryara sazdana referanduma bo serxwebûna Herêma Kurdistanê dabûn.

Li gorî wê biryara aliyên siyasî yên Kurdistanê, roja 25ê Îlona îsal bo birêveçûna referanduma Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin.

Di heman civînê de, herwiha biryar hatibû dan, ku ji bo xweşkirina zemîneyê û gotûbêjên bi Iraq, welatên cîran û civaka navdewletî re, çend sand û komîte bihêne avakirin.