Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Şeşo: Ciwanê Kurd ê Gergerî di bin deselata PKKê de hat kuştin

Şingal-KDP.info- Fermandarê Fermandehiya Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo dibêje, ew herdu ciwanên Kurd ên Gergerî ku li Xanesorê hatin gulebarankirin, li navçeya bin destê PKKê rastî wê êrîşê hatin û ti pêwendiya Êzdiyan bi wê êrişê tune ye.

Qasim Şeşo di daxuyaniyekê de ku ji malpera KDP.info re jî hatiye şandin ragihand: “Beriya 2 rojan ciwanekî Gergerî ku xelkê devera Zummarê ye hatin kuştin li wê navçeya bin destê PKKê de û ti hêzeke me li wir tune ye. Lewma jî em dibêjin ew gotinên ku me tometbar dikin bi kuştina wî ciwanî nerast in.”
Şeşo wiha got: “Ew ciwan li Xanesorê hatiye kuştin û ev 2 sal e ku Xanesor di bin destê PKKê de ye û hemû xelk li wir hene, wek qaçaxçî û herwiha ew DAIŞiyên ku teide jî li me kirine li wir hene. Kesî ku ew ciwan kuştiye pêwîst e bê dadgehkirin û nabe ti pirsgirêk di navbera Gergerî û Êzdiyan de derkeve.”
Duhî Berpirsê Navçeya PDKê li Zummar ragihand ku çekdarên PKKê li Xanesorê gule berdane 2 Kurdên Gergerî, yek hatiye kuştin û yê din jî birîndar bûye.