Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Feylî: Xewna me ya sedê salan, dewleta Kurdistan e

Bexda-KDP.info- Yek ji şêxên Kurdên Feylî li Bexda dibêje, gefên ti kesî nahilin ku Feylî ji piştgiriya referanduma serxwebûnê vegerin, ji ber ku dewleta Kurdistan xewna sedê salan e.

Şêx Semîr Feylî ji malpera KDP.info re ragihand: “Dema ku roja referandumê hat diyarkirin û me jî piştgiriya wê kir, gef li me kirin, lê dema ku dîtin em rijd in li ser helwêsa xwe û emê di referandumê de beşdar bibin, êdî dest ji gefê xwe berdan.”

Wî kesayetiya Feylî wiha got: “Gef li me dikirin ku em di referandumê de beşdar nebin, lê me biryara xwe daye ku qet em jê venegerin û ew gef qet nikarin bandorê li ser biryara me bikin û me natirsînin.”

Feylî wiha domand: “Ev bi sedê salan e ku em Kurd xebatê ji bo serxwebûna welatê xwe dikin û em qurbaniyan jî ji bo wê didin, lewma jî em wek Kurdên Feylî jî piştgiriyê li referandumê dikin ji bo ku em wê xewna bi sedê salan ku dewleta Kurdistan e, bicîh were.”
Attachments area