Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Kurdistan ber bi serxwebûnê ve diçe..Mafê Xristiyanên Kurdistanê dê her parastî be

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi helkevta bîranîna Roja Şehîd a Kildan-Suryan-Aşûrî peyamek belav kir û tê de ragihand, niha ku gelê Kurdistanê ber bi serxwebûnê ve pêngavan dihavêje, maf û daxwaziyên xuşk û birayên mesîhî yên li Kurdistanê di hemû qonaxan de dê parastî bin û biryatî û pêkvejiyan li Kurdistanê dê mikumtir bibe.

Serok Barzanî di destpêka peyama xwe de dibêje: “Bi boneya yada Roja Şehîd a Kildan-Suryan-Aşûrî, em hezaran silav bo canê pakê hemû şehîdên Kurdistanê û şehîdên komkujiya Sêmêlê dişînin, ku bi destê rejîma wê demê ya Iraqê di 7ê Tebaxa 1933an de hat encamdan û hejmareke zêde ya xûşk û birayên me yên Mesîhî bi şêweyeke dirindane hatin şehîdkirin.”

Serok Barzanî diyar kir, ku hevwelatiyên Mesîhî yên Kurdistanê di hemû qonaxan de li gel pêkhateyên din ên Kurdistanê hevbeş û hevçarenivîs in.

Serok Barzanî wiha got: “Komkujiya Sêmêlê beşek e ji wan êş û karestên ku hatiye sere xelkê Kurdistanê û belgeyeke bihêz e jî ji bo wê yekê ku di dewleta Iraqê de ne tenê şirîkatî bê wate bûye, belku cenosîd û qirkirin û komkujî para pêkhateyên netewî û olî bûye.

Di bîranîna heştê û çar salî ya wê karesatê de, ku hevdem e li gel sêyemîn salvegera êrişa dirindane ya DAIŞê bo ser xûşk û biryaên me yên Xristiyan û pêkhateyên din ên li Deşta Neynewayê, ez tekez dikim, ku xûşk û birayên me yên Mesîhî di berê, niha û paşerojê de, di êş û serkevtinan de, li gel hemû pêkhateyên din ên Kurdistanê hevçarenivîs û hevbeş in.”

Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser parastina mafên Xristiyanên Kurdistanê dike û dibêje: “Niha jî ku gelê Kurdistanê berev serxwebûnê pêngavan dihavêje, maf û daxwazên xûşk û birayên Xristiyan yên li Kurdistanê di hemû qonaxan de parastî dibin û biratî û pêkvejiyan li Kurdistanê xurttir dibe.”

Mesûd Barzanî destnîşan dike: “Tekane dermanê hemû êşên me û tekane garantiya bo dubarenebûna karesatan ev e ku em ber bi serxwebûnê ve pêngavan bihavêjîn.”