Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, ku di van rojên dawîn de di navbera Serok Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson de ti pêwendiyeke telefonî nebûye û nûçeyên bi vî awayî jî ne rast in.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr Umêd Sebah bi daxuyaniyekê ragihand: “Di hejmarek medya û saziyên ragihandinê de wiha hatiye belavkirin ku li du rojên derbasbûyî de Wezîrê Derveyê Amerîkayê bi rêya telefonê ve peywendî bi Serokê Herêma Kurdistanê ve kiriye.”
Sebah got: “Li vir de bi hemû aliyekê radigihînin, ku ev nûçe ne rast e û di van rojan de di navbera cenabê Serok Barzanî û Wezîrê Derveyê Amerîkayê de ti peywendiyeke telefonî nebûye.”