Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Ciwanên Bakur bo piştevaniya referandumê heta Başûr dimeşin

Dihok-KDP.info- Ji bo piştevaniya referanduma serxwebûna Kurdistanê piştevanî her diçe berfirehtir û mezin dibe.

Yek ji wan piştevaniyan jî gavên ji aliyê ciwanên Bakurê Kurdistanê ye û ciwanên Bakurê Kurdistanê ji bo pitşevaniya referanduma serxwebûna Kurdistanê dê ji Şirnexê heta Hewlêrê bimeşin.
Endamê Koma Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) Ferat Onen ji malpera KDP.info re ragihand: “Rojane piştevanên referanduma Başûrê Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê zêdetir dibin û gelek partiyên siyasî jî tevlî vê piştgiriyê bûne.”
Ferat Onen wiha got: “Em dixwazin ji hemû cîhanê re bidin xuyakirin ku hemû xelkê Kurdistanê û li herçar perçeyan piştgiriya vê pirsa neteweyî dikin.”
Onen wiha domand: “Roja 11ê Îlonê ciwanên Bakurê Kurdistanê dê ji Bakurê Kurdistanê dest bi meşê bikin heta bi ber deriyê Parlamentoya Kurdistanê, ji bo diyarkirina piştevaniya Bakurê Kurdistanê bo referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê.”