Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Şingal- Çekdarên PKKê kesek kuştin û yek jî birîndar kirin

Şingal-KDP.info- Çekdarên PKKê li sînorê Şingalê gule berdane 2 ciwanên Kurd û di encamê de yek hatiye kuştin û yê din jî birîndar bûye.

Berpirsê Lêjneya Naçeya PDKê li Zummarê Hesen Xelo ji malpera KDP.info re ragihand: “2 bazirganên Kurd ku xelkê Zummar in, çûna sînorê Xanesorê lê çekdarên PKKê gule berdane wan, yek hatiye kuştin û yê din jî birîndar bûye. Kesê birîndar jî ligel xwe birine û niha ew li bajarê Hesekê ye. Ev kar kirine ji bo ku otomobîl û pere û kelûpelên wan ên bazirganî ji wan bistînin.”
Xelo wiha got: “Yek ji wan ciwanan xelkê gundê Cesa û yê din jî ji gundê Sahil Hemede bûn. Kesê ku jiyana xwe jidest daye navê wî Faris Newaf e û yê ku birîndar jî bûye navê wî Xidir Ezîz Husên e.”
Wî berpirsê PDKê wiha domand: “Ev ne cara yekê ye ku PKK xelkê dikuje û heta niha gelek kes li Şingalê bi guleyên çekdarên wê hatine kuştin.”
Ji aliyê xwe ve, Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Dirbo ji malpera KDP.info re ragihand: “Erîê PKKê li sînorê Xanesorê gule berdane 2 kesan ku xelkê Zumar in û di encamê de yek hatiye kuştin û yê din jî birîndar bûye.”