Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Di Berbanga Serxwebûnê De Temsîlek Hevbeş Pêwîst û Acîl e

 (1)

Zinar Soran

Ezê di vê nivîsa xwe de, bi kurtayî li ser sê mijaran rawestim: Yek, nîzam û peymanên navdewletî; dudu, rewşa pêvajoya serxwebûn û referandumê li Başûrê Kurdistanê û ya sisyan jî pêwîstiya temsîl û nûnertiyek hevbeş a Başûrê Kurdistanê.

I) Dewletên mezin li pey dabeşkirin û avakirina nîzameke nû de ne

Di cîhana îro de, nîzam û hevpeymanek navnetweyî nemaye. Dewletên emperyalîst û mezin ji bo dabeşkirinek nû û avakirina nîzam û hevpeymanek navdewletî di nav hewldan, xebat, berberî û şerekî wesayetî ya berfireh de ne.
Di sedsala dawî de, li cîhanê du nîzam û hevpeymanên navdewletî hatin avakirin. Bi kurtayî be jî wê feyde tê de hebe ku em li ser wan rawestin, da ku kês û firsendên miletê Kurd yên wê gavê ji dest revandine, careke din raxînin berçavan û ji wan dersên pêwîst derxînin.

1- Peymana Sykes-Picot: Nîzam û hevpeymana navdewletî ya pêşî peymana Sykes-Picotê ye, ku di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de, di 16ê gulana 1916an de, di nav dewleta Îngilîstan û Fransayê de hate îmza kirin. Ev peymana bidizî, di Cotmeha 1916an de jî ji aliyê dewleta Rûsyayê ve hate qebûlkirin. Peyman lihevhatinek li ser dabeşkirina erdên Rojhilata Navîn ya dewleta Osmanî de bû.(1)

Li gor vê peymanê:
1.1 Wê Trabzon, Erzirom, Wan û beşekî Bakurê Kurdistanê ji Rûsyayê re bima.
1.2 Herêma rojhilatê Behra Spî, Edene, Entab, Ruha, Mêrdîn, Diyarbekir, Mûsil û peravên Sûryeyê ji Fransayê re bima.
1.3 Benderên Hayfa û Akkayî, Bexdad, Basra, û Başûrê Mezopotamyayê ji Îngilîstanê re bima.
1.4 Li ser wan navçeyên ku ji Îngilîstan û Fransayê re bima, wê dewletên ereban ya jî
konfederasyonek dewletên ereban bihata avakirin; ya jî di bin desthilatdariya Îngilîstan û Fransayê de wê dewletek erebî bihata avakirin.
1.5 Îskenderûn wê biba benderek serbest.
1.6 Ji ber ciwarekî pîroz bû, wê li Filîstînê birevebiriyek navneteweyî bihata avakirin.

Di sala 1917an de, piştî Şoreşa Oktobirê, Rûsya xwe ji vê peymanê vekişand. Troçkî kopîyayek vê peymana dizî, di rojnameya Îzvestiyayê de weşand û ji raya dinyayê re eşkere kir. Ev nîzam û peymana navndewletî, di destpêka Şerê Duyem yê Cîhanê de ji holê rabû. Di vê nîzama yekem de, miletê Kurd mafên xwe yên neteweyî bi dest nexist. Teva ku gelek milet û xelkên din bûn dewlet ya jî dewletên emperyalîst li gor nîzama nû ew kirin dewlet, Kurdistan di encama siyasetên dewletên emperyalîst û kolonyalîst de, di 24ê tîrmeha 1923an de, bi Peymana Lozanê bi awakî “resmî” di nav
çar dewletên dagirker û kolonyalîs de hate parvekirin.


2- Konferansa Yaltayê: Nîzam û peymana navdewletî ya duyem, Peymana Yaltayê ye ku di sala 1945an de hate îmzekirin. Konferansa Yaltayê, di dema şerê Cîhanê yê Duyem de, di navbêna 4ê sibata 1945 û 11ê sibata 1945an de, li Qesra Livadiayê ya nêzîkî Yaltayê ku cihekî semester û behnvedanê ya Sovyetê bû hate civandin. Di Konferansa Yaltayê de, Serekwezîrê Îngilîstanê Churchill, Serokê Yekitiya Dewletên Amerîkayê Roosevelt û Sekreterê Giştî yê Komînîst Partiya Sovyetê Stalin
beşdar bibûn. Di Konferansa Yaltayê de, li ser eksena nîzama nû ya Ewropayê û jinûve parvekirina erdên Ewropayê hatibû rawestandin. Mafê vetoyê ya di Yekitiya Neteweyan (YN) de jî, di vê konferansê de hate qebûlkirin.

Deklerasyona Yekitiya Neteweyan û “hiquqa navneteweyî”

Di 14ê Kanûna 1960î de, Yekitiya Neteweyan biryarek li ser mafê serxwebûna welatên ku di bin nîrê îdareya kolonî de ne, derxist û di vî warî de beyan û deklerasyonek belav kir.

Li gor vê deklerasyonê:
1. Serdestî û kedxwariya biyanî ya li ser miletan, înkara mafên bingehîn e. Ev li dijî şertên Yekitiya Neteweyan e û ji bo hevkarî û aştiya dinyayê jî asteng e.
2. Mafê hemû miletan heye ku qedera xwe bi destê xwe diyar bikin; li gor wî mafî, bi awakî azad statuya xwe ya siyasî destnîşan dikin û bi awakî azad pêşketina aborî, civakî û çandî taqîb dikin.
3. Têrnekirina aborî, civakî ya jî perwerdeyî, bi ti awayî nabe mazerata bi derengxistina serxwebûnê.
4. Ji bo miletên bindest bikaribin mafên xwe yên serxwebûnê bi awakê azad û aştî bikarbînin; wê hemû tundrewanî, tevgerên çekdarî û hemû awayên sîtemkariya li dijî wan, bi dawî bên û wê rêz li yekparetiya welatên neteweyî bêne girtin.
5. Welatên bindest û ne desthilatdar ya jî hemû welatên ku serxwebûna xwe bi dest nexistine, ji bo ku bikaribin mafên xwe yên serxwebûnek rastî û azadiyê bikarbînin, li gor daxwaz û îradeya wan ya azad, bê ku di warê adet, bawerî ya jî rengê wan de cihêtiyekê di nav wan xîne, hemû desthilatdarî bê qeyd û şert teslîmî gelên wan welatan bibin, wê tedbîrên lezgîn bêne girtin.
6. Hewldanek ku yekitiya netweweyî û nisbî jî be xerakirina yekparetiya welatekî armanc bigre; li dijî prensîb û armancên şertên Yekîtiya Neteweyan e.
7. Hemû dewlet, wê Mercên Yekitiya Neteweyan, Danezîna Mafên Mirovî yên Gerdûnî û biryarên vê danezînê, wekheviya hemû dewletan, destlênewerdana karên navxweyî, mafên hukumraniya gelan û rêzgirtina yekparetiya welatan re, bi sedaqet û herfbiherf bipejirînin.

(2)

Ev beyan û deklerasyon weke “hiqûqa navneteweyî” jî tê qebûlkirin. Lê di rastiyê de, ew biryar û “hiquqa navneteweyî” ji bo Kurdistanê û gelek welatên din yên kolonî û bindest nehate cîbicîkirin.
Îro jî, eger em defaktoya Başûrê Kurdistanê bidin aliyekî, Kurdistan û gelek welatên din di bin nîrê kolonyalîzm û bindestiyê de; li ser axa bav û bapîrên xwe, bêdewlet û statuyek resmî jiyana xwe didomînin.

Mixabin di nîzama duyem a navdewletî de jî miletê Kurd xwedî mafê “qedera xwe bi destê xwe tayin bike” lê heta niha bidest nexistiye û weke miletekî bindest, perçebûyî û bê statuyek siyasî jiyana xwe di bin zilm, zordarî û hovîtiya dewletên kolonyalîs de domandiye.

Nîzama duyem a dunyayê jî di sala 1991ê de, bi hilweşandina Sovyetê dawî lê hat û niha dewletên mezin ji bo dabeşkirin, dîzayn û nîzamek nû di nav hewladan, xebat, plan û şerên cihêreng de ne.

Tevî gelek guherantinên li dinyayê, hilweşandina ”sîstema sosyalîst” û damezrandina gelek dewletên serbixwe, hinek welat hê jî di binê nîre dagirkerî û bindestiyê de dijîn. Di dema Şerê Yekem û Duyem yê Cîhanê de, dewletên emperyalîst û kolonyalîst li ser dabeşkirina hinek welat û navçeyan bi awakî “misoger” li hevdu nekirin û hinek dewletên biçûk û ya jî dewletên bi xwe ve girêdayî ava kirin. Gelek sînorên xwezeyî û dîrokî bi cetwel û rastkêşan ji nû ve hatin tespîtkirin. Li dijî îradeya
xelkên wan deran nexşeyên nû hatin neqişkirin. Gelek dewlet û navçeyên ku dewletên emperyalîst û mezin li ser dabeşkirina wan bi awakî ”misogerî” li hevûdu nekirine, îro qada şerên ji nû ve dîzaynkirina nexşeyan in û li benda parvekirinek nû ne.

Di heman demê de, li wan welat û navçeyan xebat û têkoşîna tevgerên rizgarîxwaz û civakî jî berdewam dikin. Heta van welatên kolonî û bindest ku di nav wan de Kurdistan jî heye rizgar nebe,ew neheqiyên dîrokî neyên sererastkirin, wê li van deran şer û pevçûnên di nav van xelkên bindest û dewletên kolonyalîst û hevalbendên wan de berdewam bikin û herweha wê berberî, plan û şerên cihêrengî di nav dewletên mezin û kolonyalîstan bi xwe de jî ji nû ve geş bibin.

Lê divê em ji bîr nekin ku gava înterese û menfeatên dewletên emperyalîst, kolonyalîst û paşverû li hemberî xebat û têkoşîna miletên bindest têkeve tengasî û metirsîyê, wê gavê teva nakokiyên di nav wan de jî, ew dewlet wê bi hêsanî bikaribin dîsa têkevin nav tifaq û peymanên “pîroz”!

Qadek navendî ku ev berberî, plan û şerên wesayetî yên cihêreng bi awakî dijwar lê tê domandin jî bê guman Rojhilata Navîn û Kurdistan e. Ger tevgera rizgarixaziya neteweyî ya Kurdistanê li gor vê rewşa nû tevnegere, hevahengiyek neteweyî pêkneyîne û di gelek waran de xwe ji bo vê rewşa nû amade neke û heta radeyekê be jî mafên xwe yên neteweyî û însanî bidest nexîne; tirsek mezin heye ku em dîsa ”100” salî li benda nîzamek nû ya dinyayê; kês û firsendek nû bimînin!.