Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Dermanê karesatên Kurdistanê tenê serxwebûn e

wêne: Rabîn Sêrwanî

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, dermanê birînên kûr ên di dilên kurdan de û dermanê birînên kîmyabaran, enfalkirinan û komkujiya li hember Kurdên Êzdî, tenê serxwebûna Kurdistanê û rizgarbûna netewî ye.

Serok Barzanî îro di merasîma bîranîna şehîdên enfalkirî yên barzaniyan de amade bû û gotarek pêşkêş kir.
Serok Barzanî da xuyakirin, ku gelê Kurd gelek caran hat komkujkirin, kîmyabaran û enfal li hember hate kirin, lê belê kurdan ti caran stuyê xw eli ber dijminan neanî xwarê û nahînin xwarê jî.
Serok Barzanî got, sala par wan bi zelalî ji rayedarên Bexdayê re ragihand, ku şirîkatiya li Iraqê rastî şikestinê hatiye û Kurd dixwazin cîranekî baş bin, lê belê Bexda ew yek bi xeletî fêm kirin û ew yek weke karta fişarê zanîn û bi cidî berê xwe nedan meseleyê.
Serok Barzanî behsa referanduma ji bo serxwebûna Herêma Kurdistanê jî kir û tekez kir, ku referandum karta guvaşê nîne û ew dê di 25ê Îlona îsal de referandumê saz bikin û dê gelê Kurdistanê jî biryarê li çarenivîsa xwe bide.
Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi helwest û siyasetên hikûmeta Iraqê li hember gelê Kurdistanê piştî qonaxa sala 2003ê kir û diyar kir: “Birîna nanê xelkê Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê vet i kêmtir ji enfal û kîmyabaranê nîne, lê ti kes jî li ser wê tawana mezin deng nekir.”
Serok Barzanî destnîşan kir, ku gelek birînên kûr di dilê millet Kurd de hene û got: “Tekane dermanê wan birînên kûr ên di dilê me de, û dermanê kîmyabaran û enfal û birîna birayên me yên Kurdên Êzdî, tenê çûna berev serxwebûna Kurdistanê û rizgariyê ye.”