Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Rêbwar Barzanî: Iraq berpirsyar e ji jenosîda 8 hezar Barzaniyan

Barzan-KDP.info- Rêveberê Karûbarê Şehîd û Enfalkiriyan li Devera Barzan Rêbwar Remezan Barzanî dibêje, bila em karesatên ku hatine serê gelê Kurd bikin deriyek ji bo serxwebûna Kurdistanê. Herwiha dibêje, Iraq berpirsyar e ji jenosîda 8 hezar barzaniyan.

Çendîn caran Devera Barzan ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve jinavçûye û hatiye şewitandin û wêrankirin. Di sala 1983ê de, Rêjîma Beis bi bernameyekê rêkxistî 8 hezar Barzanî di qonaxên cuda de enfal kirin.
Rêbwar Remezan Barzanî ji malpera KDP.info re ragihand: “34 sal bi ser jenosîda 8 hezar kesên Barzanî derbas bûn. Ku mêr ji malên wan derdixistin û ew dibirin biyabanên Iraqê. Hinek gulebaran dikirin û hinek jî bi saxî vedişartin. Ew jenosîda Barzaniyan di 3 qonaxan de derbas bû. Qonaxa 31ê Tîrmeha sala 1983ê li urdgana Quds û Qadisiye li ser riya Hewlêr – Kerkûkê destpê kir. Piştre bi 10 rojan li 10ê Tîrmehê qonaxa duyem li urdgana Beherkê û Herîr û Diyana û li çend navçeyên din destpê kir. Qonaxa sêyem jî li 1-10-1983ê mal bi mal destpê kir û zilamên ku mabûn girtin û ew enfal kirin.”
Rêbwar Barzanî wiha got: “Divê ev jenosîd bibe pirseke navdewletî, ji ber ku hemû xalên yasaya jenosîdê ya sala 1948 ya navdewletî li ser enfalkirina Barzan bicîh tên. Hikûmeta Iraqê û parlamentoya wê li hember vê jenosîdê kêmxem bûye. Iraq li ser vê pirsê berpirsyar e û divê daxwaza lêborînê bike û malbatên enfalan qerebû bike.”