Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Alîkarî û têkeliyên Amerîka ligel Kurdistanê dê berdewam bin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan tekez kirin ku derxistina DAIŞê ji Mûsilê bi wateya dawîhatina terorê nayê.

Êvariya roja pênçşem 27.07.2017 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraqê û şandekî li gel kir.
Di hevdîtinê de bi eşkere behsa rewşa siyasî ya Iraq û Kurdistanê kirin, herwiha rewşa serbazî û şerê dijî terorîstan hat kirin û herdu aliyan tekez kirin ku ew hemahengî û hevkariya ji bo têkşikandina terorîstan hebûye, berdewam dibe.
Her dû alî yeknêrîn bûn ku derxistina DAIŞê ji Mûsilê bi wateya dawîhatina terorê nayê û şerê dijî teror pêwîstî bi hemahengî û hevkariya hemû aliyekî heye.
Behskirina rewşa siyasî û emnî ya navçeyê, mijareke dinê vê hevdîtinê bû.