Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Partiyên Kurdistanê: Ti îradeyek nikare rêya referandum û serxwebûnê bigre

Hewlêr-KDP.info- Partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bersiva wan hewl û propagendeyan didin ku dixwazin dijayetiya referanduma Kurdistanê bikin, û tekez dikin ku referandum îradeya gelê Kurdistanê ye û ti kes nikare rê li pêşiya wê bigre.

Endamê Polîtburoya PDKê Selah Delo ji malpera KDP.info re ragihand: “Referandum tekane hêviya gelê Kurdistanê ye, ku em bi wê proseyê emê peyama xwe bighînin cîhanê û ti kes û aliyek nikare dijayetiya wê bike. Roja 25-9 dê hemû xelkê Başûrê Kurdistanê di referandumê de beşdar bibin û bêjin Erê ji Kurdistana serbixwe re. Ti îradeyek nikare rê li pêşiya referandum û serxwebûna Kurdistanê bigre. Ji ber ku em dixwazin ji hemû cîhanê re bêjin êdî em bindestiyê qebûl nakin û dem hatiye ku em bibin xwedî dewlet.”

Endamê Polîtburoya Partiya Komonîst Zîrek Kemal jî ji malpera KDP.info re ragihand: “Heta niha ti rewşenbîrek yan xebatkarekî Kurd li dijî referanduma Başûrê Kurdistanê nesekinye, lewma jî ew kesên ku dijî referandomê ne ji xwe mezintir neyên kirin. ji ber ev pirs ewqas mezine ku ji hewldanên takekesî derketiye, ku kesek bixwazê wê qirêj bike û leke bike û dijî wê raweste jî nikare.’’

Herwaha amaje bi vê yekê jî kir, naha yekdengiyek giştî ya netewî bo pirsa referandomê ava bûye û hemû partî ber bi wê diçin ku yekdengiya niştimanî pêkbînin û got: ‘’Divê ev dema ku li ber destê me de maye, kareke temam û baş ji bo serxistina proseyê bê kirin.’’

Ji aliyê xwe ve, Endamê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Selam Kerîm ji malpera KDP.info re ragihand: “Bi baweriya me niha dema herî baş e ji bo lidarxistina referandumê. Nabe kes dijayetiya vê îradeya gel bike û her kesek ku dijayetiyê bike, tenê lîstikên siyasî dike û kêşeyên navxweyî çêdike.”