Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Rûsya; Heqê Kurdan heye ku referanduma serxwebûnê bikin

Rûsya-KDP.info- Li gorî mijareke ajansa Brêytbart, Rûsya dibêje, heqê Kurdan heye ku daxwaza serxwebûna xwe bikin. Herwiha li ser asta dîplomatîk jî Rûsya amadehiya xwe nîşan daye ku bi awayekî aştiyane piştgiriya vê piroseyê bike.

Welatên cîhanê gihîştine wê baweriyê ku avakirina dewleta Kurdistanê li navçeyê dê bandorê li ser aramiya navçeyê bike, lewma jî her ku nêzîk dibe helwesta wî welatî bi wî alî de diçe ku bi awayekî nerasterast îtîrafê bi rewatiya serxwebûna Kurdistanê bike.

Rûsya yek ji wan welatan e ku dixwaze pêşwext bêje em piştevaniyê li Herêma Kurdistanê dikin di pêngavê wê de ber bi referandum û serxwebûnê de. Li gorî ajansa Brêytbart li ser asta dîplomatîk Mosko dibîne ku heqê Kurdan heye ku referandumê ji bo serxwebûna xwe bikin.

Ew ajans dibêje, Wezîrê Derve yê Rûsya Sêrgî Lavrov gotiye ku, mafê Kurdan li Herêma Kurdistanê heye ku referandum û serxwebûnê bikin, lewma jî Rûsya piştevaniya daxwazên aştiyane yên Kurdan di vê mijarê de dike.