Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Kesayetî û siyasetmedarên pêkhateyên Kurdistanê piştevaniya referandumê dikin

Dihok-KDP.info- Rewşenbîr û kesayetên siyasî yên pêkhateyên Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê nîşan didin û dibêjin tenê emê di Kurdistanê de parastî bin.

Berpirsê Ragihandina Bingeha Rewşenbîrî û Civakî ya Laleş Ceifer Simo ji malpera KDP.info re ragihand: “Komek rewşenbîr û kesayetiyên siyasî yên Êzdî serdana bingeha Laleş kirin û piştgiriya xwe ji bo referandumê diyar kirin û gotin ku divê em hemû piştgiriya vê piroseyê bikin, ji ber ku ev qonax çarenivîsaz û yekalîker e.”

Ceifer Simo wiha got: “Kesayetiyên siyasî û rewşenbîrî yên Êzdî kêfxweşiya xwe bi danîna kesekî Êzdî di Encumena Bilind a Referandumê de nîşan dan û piştevaniya xwe jî ji bo referandumê ragihandin û herwiha tekez jî kirin ku niha derfeteke dîrokî heye ji bo yekalîkirina çarenivîsa Êzdiyan û derbasbûna wan ji pirsgirêkên ku heta niha daliqandî ne.”

Simo wiha got: “Wan rewşenbîr û siyasetmedarên Êzdî tekez kirin ku ji bo giringiya vê qonaxê ji Êzdiyan re û ji bo karê hevbeş û baş ji bo garentîkirina pêşeroja Kurdistanê û Êzdiyan, pêwîst e hemû Êzdî di vê referandumê de beşdar bin û bên Erê ji serxwebûna Kurdistanê re.”

Li gorî Ceifer Simo, wan kesayetiyên Êzdî tekez kirine ku divê destêwerdana derve di rewşa Şingalê de nemîne û nabe her rojekê û girûpek bê û lîstikên xwe yên siyasî li ser Êzdiyan bike û bazarê li ser rewşa perîşan a Êzdiyan û erdê Şingalê bike. Herwiha divê Êzdî ji hemû cîhanê re nîşan bidin ku ew tenê Kurdistanê dixwazin û Kurdistan tekane cih û warê Êzdiyan e.”

Endamê Encumena Qezaya Tilkêfê ji malpera KDP.info re ragihand: “Em qet nikarin xwe ji Kurdistanê dûr bikin û Kurdistanê warê me ye. Em bi hemû awayekî piştgiriya referandumê dikin û her kesek ku li dijî wê be jî li dijî hemû nirxên mafê mirovan e. Referandum mafekî rewa yê hemû gelên cîhanê ye û divê Başûrê Kurdistanê jî çarenivîsa xwe diyar bike.”

Parlemanterê Kurdên Şebek li Iraqê Salim Şebek jî ji malpera KDP.info re ragihand: “Em dixwazin navçeya me jî bikeve ser Herêma Kurdistanê, ji ber ku em nikarin careke din ligel wan kesan bijîn ku destê wan di wêrankirin û talankirina me de hebû. Em bi hemû awayekî piştgiriya referandumê dikin, da ku navçeyên me parastîtir bin.”