Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li serokê nû yê Goran kir

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyeke pîrozbayî ji Serokê Nû yê Tevgera Goranê Omer Seydi Elî e sand û tê de ragihandiye: “Em bi hêvî û geşbîniyê ve berê xwe didin wergirtina wê meqamê ji aliyê we ve.”


Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de hêviya serkevtinê ji serkirdatiya nû û endamên Desteya Rêvebirinê ya Tevera Goranê re dixwaze û pîrozbayî li Serokê Nû yê Goranê Omer Seyid Elî dike.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî amaje bi wergirtina meqamê nû ji aliyê Omer Seyid Elî dike û radigihîne: “Bi wergirtina meqamê yekemê hêzeke giring a siyasî li Herêma Kurdistanê weke Tevgera Goranê, hûn ê birêz qonaxeke nû ya xebat û erk û berpirsatiyê digirin ser milê xwe, û heleqeyeke din jî dixin ser wê zencîra xebat û têkoşîna ku bi salên dûr û dirêj û temenek ji pêşmergetî û xebat û kurdayetî ya di ber Kurdistanê de, we daye.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha geşbîniya xwe bi hilbijartina Omer Seyid Elî weke serokê nû yê Goranê tîne ziman û dibêje: “Em bi hêvî û geşbîniyê ve berê xwe didin wergirtina wê meqamê nû ji aliyê we ve, hêviya me jî zêde ye, ku armancên hevbeş ên hemû hêz û alî û pêkhateyên Kurdistanê di dabînkirina mafên rewa yên gelê me de, dibe sedem ku em hemû pêkve li gel we yê birêz û Tevgera Goranê û aliyên din bikarin çareseriya pirsgirêkan bikin û ew derfeta ku îro ji gelê Kurdistanê re hatiye pêş, bi baştirîn şêwe bo berjewendiya Kurdistanê û bicihanîna maf û xewnên wê, ku bi dirêjahiya sedan sal xebat jê re kiriye û şehîd û xwîn û qurbanî jê re daye, mifayê jê werbigirin.”