Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî pîrozbahî li serokê nû yê Goran kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di pêwndiyeke de pîrozbayî li Serokê Nû yê Tevgera Goranê Omer Seyid Elî kir, ku îro di hilbijartinên navxweyî yên Goran de hatiye hilbijartin.

Îro sêşembî 25ê Tîrmeha 2017ê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi rêya pêwendiyeke telefonî ve pêwnedî bi Serokê Nû yê Tevgera Goranê Omer Seyid Elî kir.

Di vê pêwndiya telefonî de, Serok Barzanî bi boneya hilbijartina wî weke seorkê nû yê Goranê pîrozbayî li Omer Seyid Elî kir û hêvî kir, ku hilbijartina serok û serkirdatiya nû ya Tevgera Goranê bibe faktorê xurtkirina yekrêzî û yekxistina hemû şiyana bo çareserkirina arîşeyan.