Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Wezîrê berê yê Dadê: Referanduma Kurdistanê destûrî ye

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê berê yê Dadê li Herêma Kurdistanê Şêrwan Heyderî dibêje, Herêma Kurdistanê li gorî destûra Iraqê û li gorî peyman û yasayên navdewletî mafê wê heye ku referanduma xwe bike û ti welatek nikare dijayetiya wê bike.

Şêrwan Heyderî ku pisporê yasayê ye ji malpera KDP.info re ragihand: “Piroseya referanduma Başûrê Kurdistanê hem yasayî ye û hem jî siyasî ye. Ji aliyê yasayî ve, li gorî destûra Iraqê ye û bêguman destûrî ye.”
Heyderî wiha got: “Gelek belge hene ku piştrast dikin ku ev referandum yasayî ye. Yekem: Di destûra Iraqê de hatiye ku pêbendbûn bi destûra Iraqê dê yekîtiya axa Iraqê biparêze. Niha jî wek em dibînin, ne kes pêbendî destûr dibe û ji ber vê yekê jî yekîtiya axa Iraqê ti wate jê re nemaye û ew aliyên ku dengê xwe dane vî destûrî ji mafê wan e ku ji Iraqê cuda bibin.”
Wî pisporî wiha domand: “Duyem: Di destûra Iraqê de hatiye ku Iraq pêbendî peymanên navdewletî ye û îmze jî kiriye ku tê de hatiye ji mafê gelan e biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin, ew jî mîna Rêkeftina Viyêna û Rêkeftina sala 1966ê û Rêkeftina Neteweyên Yekbûyî. Lewma jî li gorî van herdu xalan referandum yasayî û destûrî ye ji bo gelê Kurdistanê ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.