Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Ciwanên Bakur: Piştgiriya referanduma Başûr erkekî pîroz û cihê şanaziyê ye

Dihok-KDP.info- Komeleya Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê piştevaniya xwe ji bo referanduma Başûrê Kurdistanê ragihand û dibêje, piştgiriya referanduma Başûr erkekî pîroz û cihê şanaziyê ye. Herwiha radighîne ku Başûrê Kurdistanê dê bibe modêleke serkeftî ji bo seranserî Kurdistanê re.

Komeleya Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê di beyanameyekê de ku wêneyek ji malpera KDP.info re şandine, ragihand: “Referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê xewneke 100 saliya gelê Kurd e. Em wek Komeleya Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê piştgiriya vê proseyê dikin û çi piştgiriyek ji destê me bê emê bi hemû hêza xwe bikin ji bo serxistina wê proseyê, ku piştgiriya referandumê erkekî pîroz e û cihê şanaziyê ye. Em di wê baweriyê de ne ku referanduma Başûr dê rûpeleke nû li seranserî Kurdistanê veke.”

Komeleya Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê di beyanameya xwe de wiha domand: “Ji bo piştgiriya referanduma Başûrê Kurdistanê em li Bakurê Kurdistanê xwe ji çalakiyan re amade dikin. Referanduma Başûr dê bibe mînakeke gelekî hêja ji bo perçeyên din ên Kurdistanê jî.”

Di berdewamiya wê beyanameyê de hatiye, “%16 ji axa Kurdistana mezin ber bi serxwebûnê ve diçe. Ev prose dê bi serkeftî derbas bibe û Başûrê Kurdistanê dê bibe modêleke serkeftî ji bo seranserî Kurdistanê. Herwiha dê ew referandum rê li pêşiya maf û azadiya perçeyên din ên Kurdistanê jî veke.”