Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Encumena Bilind a Referandumê dê komîteyên xwe diyar bike

 

Hewlêr-KDP.info- Endameke Encumena Bilind a Referandumê dibêje, di civîna bê ya encumena wan de, dê komîteyên taybet bi encamdana referandumê pêk bîne.

Muna Qehwecî ku endama Encumena Bilind a Referandumê ye ji ser Turkmanan, ji malpera KDP.info re ragihand: “Civîna bê ya Encumena Bilind a Referandumê yan di dawiya vê hefteyê de û yan jî di destpêka hefteya bê de dê were lidarxistin.”
Qehwecî wiha got: “Di wê civînê de dê komîteyên referandumê werin pêkanîn. Mîna komîteyên komîteya siyasî û ya ragihandinê û ya dîplomatîk û herwiha çend komîteyên din jî ku taybet bin bi encamdana Referandumê. Di wê civînê de dê şand bên diyarîkirin ji bo serdana Bexda û welatan.”
Wê nûnera Turkmanan di Encumena Bilind a Referandumê de wiha domand: “Ew aliyên ku di nava Encumena Bilind a Referandumê de endamên wan hene, mijûlî civînan û xweamadekirinê ne.”