Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Referandûma Serxwebûnê û Kongreya Netewî

Çeto Omerî


Li welatê me, li Rojhilata Navîn guherandinên mezin çêdibin, tiştên mezin çêdibin. Firsendên mezin derdikevin pêşiya me. Em ji pêşeroja xwe bi hêvî ne! Ew çend em bi hêvî bin jî hin kes hin alî, hin partî û rêxistin derdikevin ev moral û ev hêvî û ev daxwazên me, dixwazin tarî bikin! Kî ne ev; beşek ji Kurdan e! Ev çi dixwazin? Hinek dixwazin Referandûma Serxwebûna Kurdistanê çê nebe, Kurd, bi hikûmeta navendî ya Iraqê ve bê girêdan! Baş e, çi ye ew hikûmeta navendî ya Iraqê, kî ne ew? Erebê xwedî egal û eba yê nîjadperest ku gelê Kurd kêmî xwe dibînin! Ma şal û şapikên Kurdî li bejna we nayê!?

Hinek wê derkevin, bi navê “Kongreya Netewî a Kurdistan” ku PKK, ji bo rê li ber Kongreyek Netewî ya rastî bigire, li Ewropa, wan wek kûkla ava kir û bi hin kesên ku ev çar-pênc sal in, bi hevkarî û daxwaza rejîma Baas Başûrêrojava di destê wan de ye, wê berê xwe bidin Suleymaniyê; çi ye “em Kongreya Netewî çêdikin!” dibên!!

Ji xwe ma navê we ne “Kongreya Netewiya Kurdistan” e? Ji bo çi we wêya çêkir; niha hûn yek çawa dixwazin û ji bo çi? Kîjan kongreya netewî, bi kê re hûn çê dikin? Li pişt we alayek Kurdistanê tune ye! Di bername, beyanname û belavokên we de navê Kurd û Kurdistan derbas nabe! Ev çawa kongreya netewî ye û yekîtiya netewî ye!? Hûn Ala Kurdistanê nas nakin, hûn Sirûda Kurdistanê nas nakin; hûn naxwazin dewletek Kurdistanê ya serbixwe çê bibe! Wê gavê hûnê bi kê re kongreya netewî çê bikin; hûn kî ne!? Ev çar-pênc sal in ku B.Rojava di destê we de ye; çima hûn kongreya netewî li B.Rojava, li Qamişlo, li Efrînê, li Kobanî û li cîhekî din çê nakin; hûn îro berê xwe didin Silêmaniyê!? Gelo armanca we, hûn nehêlin referandûm çê bibe yan li başûr jî dîktatoriya xwe îlan bikin û Kurdistanê dewrî hikûmeta Iraqê bikin!?

Silêmanî, îro bûye navenda xerabiyê, navenda Beko Ewaniyê. Li her aliyê çar perçê welatê me û li cîhanê, evîna Mem û Zînê geş dibe; Kurd, ber be serxwebûnê ve dimeşe! Îja ev êrîş û armancên we çi ne!? Ma hûn ewqasî xwefiroş in!?

Kurdek, çawa dijî welatekî serbixwe derkeve!? Miletê Kurd, di dîrokê de bedelê ewqas giran daye ku di cîhanê de tu neteweyek din ewqas bedel nedaye. Dunyayê de, çi tiştê ne mirovî hebe, hatiye serê vî miletî: ji ber ku daxwaza azadiya xwe dike!

Hey mal ne xerabno, ma me qetlîam nedîtiye, ma me kuştin nedîtiye, ma me surgûn nedîtiye, ma me darvekirin nedîtiye, ma me çekên kîmyawî nedîtine; kuro ma me çi dîtiye û çi nedîtiye! Me dor dused hezar Enfalan û Berzanî şehîd dane, bi piranî hîn hestiyên wan nexwîyane! Ma qey we Halepçe ji bîr kir!?

Li Mahabadê Qada Çarçira rêberê me Serok Qazî Muhamed bi darvekirin! Li Amedê, ma Şêx Seîd û hevalên wî darvenekirin!? Qetlîamên ku li Qoçgirî, li Zîlan, li Agirî, li Amûdê, li Qamişlo çêbûn ma we çi zû ji bîr kirin! Miletê Kurd bê çi dî û çi nedît; çima hûn nafikirin, çima hûn nabînin; ma ewqas hûn bêbext û bêwijdan in!

Mesûd Barzanî, di 1946an de, li Mahabadê, li bin siya Ala Rengîn ji dayik bû. Ji wê rojê heta niha serxwebûna Kurdistanê ji xwe re kiriye armanc. Ev armanca wî ji bav û kalên wî de tê: ji Şêx Ebdulselam, ji Şêx Ahmed, ji Mele Mistefa Barzaniyê nemir tê, heta îro gehîştiye destê wî! Ev armanc gehîştiye kek Mensûr, kek Nêçîr jî, armanca tevan welatekî serbixwe ye.

Îja propagandek reşkirinê tê kirin û dibên: “Ew Kurdistaneke biçûk, ji bo partiya xwe, ji bo berjewendiyên xwe û ji bo Barzanîstan çê dikin”(!) Kuro, bila Barzanîstan be! Bila Kurd û Kurdistanî be, ya Kurdan be, bila Berzanîstan be! Hûn çêkin; hûn Kurdistanê çêkin; bila di destê Kurdan de be, yê Kurdan be, bila Goranîstan be, bila Celalîstan be, bila Apoîstan be! Lê bila di destê Kurdan de be.

Hûn şerm nakin: hûnê bicivin, hûnê her roj daxwîyaniyan bidin û bêjin: “Ewha nebe, em piştgiriya referandûmê nakin!” Hûn bikin çi ye, hûn nekin çi ye! Ma rêz û hurmeta we ji şehîdên we re tune ye? Ewqas bi sedhezaran, bi mîlyonan me şehîd dane, ji bo çi dane? Ma ne ji bo serxwebûna Kurdistanê bûn? Îja ew berjewendî û ew armancên we, ew berjewendiyên partiyên we ji bo çi ne? Hûn bêrêzî û bêrûmetî li şehîdên xwe dikin, dîrok we efû nake! Em we efû nakin!

Her Kurdekî dilsoz, îro berê xwe daye û li bendî ye ku di 25ê Îlona îsal de Referandûma Serxwebûna Kurdistanê çê bibe! Niha bala xwe bidinê, mêtinkar û xayinên ku bi wan re her roj kombûnan çê dikin. Tiştê ku ji destê wan tê, dixwazin bikin, da ku wê referandûmê têk bibin. Bala xwe bidin tirkan, bidin ereban, bidin farisan, çima hemû neyarê me ne? Bi dînê xwe, bi îdeolojîyên xwe, bi milet, bi dewlet, bi leşker û her tiştên xwe dijî me ne!

Li Rojhilata Navîn, welatekî tenê heye ku îro vekirî piştgiriya Kurdan dike: ew jî Îsraîl e. Ew jî belkî ne ji bo me, ji bo berjewendiyên xwe be jî yê ku herî nêzî me ye ew e.

Bes e! ev serxwebûn, di dilê her Kurdekî dilxwaz de heye. Yê ku li dijî serxwebûnê be, wê têk biçe! Yê piştgiriya vê serxwebûnê bike; wê di dîrokê de serbilind be, bi rûmet be û ji bo pêşerojê, ji bo zarokên Kurd di welatekî azad û serbixwe de bijîn wê ked û xebata wî hebe.

Em dixwazin hemû xêz, ji kesayetiyek, ji hemû dezgehan, ji hemû partiyên mezin, bi hevdu re, ji bo serxwebûna Kurdistanê xebat bikin. Hûn vê xebatê nekin jî wê her meşa rizgariya serxwebûna Kurdistanê berdewam be!

Em li gel serokê xwe ne; em pê bawer in; li gor min ew îro serokê hemû Kurdan e. ji ber ku çi dibêje: “Heta ku ez sax bim, ez nahêlim êdî Kurd xwîna Kurd birijîne! Mafê hemû miletên dunyayê yê ku bighê serxwebûnê xwe, yê me jî hey e! Gava mêtinkaran welatê me dagîr û perçe kirin, ji me nepirsîn! Em jî gava welatê xwe ava û serbixwe bikin, ji wan napirsin!” Ma camêr wê hîn çi bêje!? Ew camêr di 71 salîya xwe de, 71 yek car çûye bereyê şer! Îro hemû dewletên dunyayê yê mezin: mîna Amerîka, Fransa, Rûsya, Îtalya, Almanya wek serokê Kurdistanê rêz lê digirin. Berî bi çend rojan li Parlamena Ewropa bû: bi rûmet pêşwazî li wî kirin, lê hûn çi dikin? Heta ji dest we tê hûn neyartiya wî dikin. Hûn dixwazin rûreşiyan lê bikin; navê wî xera bikin û armanca wî têk bibin! Lê ew têk naçe, êdî wê têk neçe!

Di dîrokê de ev yekem car e ku ala me ya Kurdistanê, li Parlamena Ewropa hatiye bilindkirin! Di dîrokê de ev cara yekê ye ku li Stanbûl û li Ankera Ala Rengîn hatiye bilindkirin! Ev hemû bi saya wî ye; ne bi saya we ye! Hey Goran, hey Yekîtî, hey PKK heta niha li kîjan welatê dunyayê we Ala Kurdistanê bilind kiriye; we rûmet dayê? Mînakekê bêjin! Ev camêr van tiştan dike. Lewra daxwaza me, armanca me ev e! Ma doza me ya Kurd ji bo çi ye? Ala me ye, welatê me ye, serxwebûna me ye, azadiya me ye, pêşmergeyên me ne!..

Kek Mesûd, ev tiştên ez dijmêrim, hemûyan diparêze. Dunya qedrê wî digire, divê em jî qedrê serokê xwe bigirin. Ez ne merivekî oldar im, hemû duayê min ji bo kesên mîna Serok û pêşmergeyên canfeda ne ku ji bo serxwebûna ax û welatê min xebatê dikin!

Her kesê ku piştgiriya vê dozê bike li ser serê min cîhê wî heye! Ew kesê ku li dijî serxwebûnê û xebata referandûmê be, qîmeta wan bi qwasî pîvazekê jî ji bo min tune ye!..

20.07.2017