Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Berpirsê PDKê li Kerkûkê: Ti kes nikare referandumê asteng bike

Hewlêr-KDP.info- Heşda Şeibî gefa astengkirina referandumê li Kerkûkê xwar. Berpirsê PDKê li Kerkûkê jî dibêje, ti kes nikare pêşiya referandomê bigire.

Duh li bajarê Kerkûkê Heşda Şeibî di merasimekê de gefa wê yekê xwaribû ku ewê nehêlin referandum li Kerkûkê were encamdan.

Li ser vê mijarê, berpirsê Encumena PDKê li Kerkûk û Germiyanê, Selah Delo ji BasNewsê re got, biryara referandomê biryara serkirdetiya siyasî ya Kurdistanê ye ji ber wê jî ti kes nikare pêşiya wê bigire. Ji ber ku referandum îradeya gelê Kurdistanê ye.

Selah Delo her wiha got, em beşek ji Herêma Kurdistanê ne ji ber wê jî me dest bi amadekariyên referandomê kiriye û tevahiya aliyên siyasî yên Kerkûkê jî piştevaniya referandumê kirine.

Wî berpirsê PDKê anî ziman ku mafê Heşda Şeibî nîne gefê li referandumê bixwe û got, ji ber ku cihê karê wan ne Kerkûk e.