Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Wezareta Pêşmerge bo Amerîka: Pêşmerge dê dewleta Kurdistanê biparêzin

Hewlêr-KDP.info- Rêveberê Ragihandin û Hoşyariyê yê Wezareta Pêşmerge Helgurd Hikmet ragihand ku wan di serdana xwe de ji bo Amerîka ji berpirsên Pentagonê re gotine ku Hêzên Pêşmerge dê dewleta Kurdistanê biparêzin.
Şanda Wezareta Pêşmerge serdana Amerîka kir û li Wezareta Bergiriyê ya Amerîka ligel Şêwirmendê Wezareta Bergiriyê civiya. Di wê civînê de şanda Kurdistanê daxwaz ji Amerîka kir ku alîkariyên wan ji bo Hêzên Pêşmerge piştî şerê DAIŞê jî berdewam bin.
Li gorî Helgurd Hikmet herwiha şanda wan daxwaz ji Amerîka kir ku hewlên xwe ji bo rêxistina Wezareta Pêşmerge berdewam bike, ku bersiva Amerîka erênî bû li ser wan herdu daxwazên şanda Wezareta Pêşmerge.
Emîd Helgurd Hikmet ji malpera KDP.info re ragihand: “Me ji Amerîka re tekez kir ku pêwîstiya Kurdistanê bi alîkariyê heye ji aliyê çekan û ji aliyê aborî û pêdviyên din jî. Nêrîna wan jî derbarê vê yekê jî pir erênî bû.”
Hikmet wiha got: “Me li wir behsa referandumê kir û me ji wan re got ku ji mafê gelê Kurdistanê ye ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bide û Hêzên Pêşmerge çawa Kurdistan parastin dê parêzerî dewleta Kurdistanê jî bin.”