Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Êzdî dixwazin kongireyekê ji hemû Êzdiyan re lidar bixin..PDK: Karekî pîroz e

Hewlêr-KDP.info- Di civîna xwe ligel Polîtburoya PDKê de, şandeke Êzdiyên Bakurê Kurdistanê ragihand ku ew hêvî dikin ku kongireyekê ji Êzdiyên hemû perçeyên Kurdistanê û derve re lidar bixin. PDKê jî ew yek bi karekî pîroz ji bo avakirina lêvegerekê ji Êzdiyan re, binav kir.

Îro li avahiya Polîtburoya PDKê, Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî pêşwazî li şandeke Kurdên Êzdiyên Bakurê Kurdistanê kir, ku pêk hatibû ji Parlemanterê HDPê Elî Etlan û Şêwirmenda Ahmet Turk, Leyla Ferman û Serokê Mala Êzdiyan li Parîsê Kerîm Silêman.
Di wê civînê de, Fazil Mîranî behsa rewşa siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê û navçeyê kir. Herwiha piştî ku behsa guhertin û pêşhatên siyasî yên navçeyê kir, tekez kir ku Kurdistan li pêşiya qonaxeke dîrokî de ye û divê hemû aliyên Kurdî bi hestiyarî kar bikin ji bo ku ew guhertin di berjewendiya gelê Kurdistanê de bin.
Mîranî behsa kiltura pêkvejiyan û lêbordeyîya ku di navbera pêkhateyên cuda de li Kurdistanê heye, kir û tekez kir ku Kurdistan dê her cihekî aram ji hemûyan bimîne.
Ji aliyê xwe ve, şanda mêvan spasiya Sekreterê Polîtburoya PDKê kir li ser vê pêşwaziyê û behsa kar û çalakiyên xwe kir, ku ew hewla rêxistina civaka Êzdiyan didin û hêvî dikin ku kongireyekê li Kurdistanê li ser axa bav û kalan lidar bixin û hêvî jî dikin ku Hikûmeta Kurdistanê û aliyên siyasî jî ji bo wê yekê alîkariya wan bikin.
Herwiha şanda mêvan spasiya gel û Hikûmeta Kurdistanê kir li ser alîkariya Êzdiyên Şingalê û li ser hewandina wan.
Di dawiyê de, Mîranî got ku ev pêngava şanda mêvan karekî pîroz e ku kongireyê xwe li Kurdistanê lidarbixin û desteyekê ji xwe hilbijêrin ku weke lêvegerekê be ji hemû Êzdiyan re û ew bi xwe biryarên xwe bidin û kes bandorê li wan neke, lewma jî hêviya serkeftinê ji wî kongireyî re xwest.