Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî biryara dawî da: Em ji biryara referandumê venagerin..Ya baş em cîran û bira bin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de bersiva daxuyanî û gefên çend berpirsên û kesatiyên Iraqê da û ragihand: “Ew serdem derbas bû ku bi zimanê gefê û çavsorkirinê li dijî mafên rewa yên gelê Kurdistanê bisekinin.” Serok Barzanî tekez kir ew ji biryara referandumê venagerin û ya baş ew e ku Kurdistan û Iraq cîran û dost û bira bin.

Di vê peyama xwe de, Serok Barzanî tekezî li ser wê yekê kiriye, ku berpirsên Iraqê dibêjin referandum neyasayî ye, lê bi aşkere di destûra Iraqê de hatiye: “Pabendbûn bi destûra Iraqê dê yekîtiya axa Iraqê biparêze.” Lê pirs ew e, gelo Hikûmeta Iraqê destûr cîbicî dike?. Lewma jî ji êdî ti wateyek ji yekîtiya axa Iraqê re nemaye.

Serok Barzanî mînakan li ser binpêkirinên Hikûmeta Iraqê li ser destûr tîne û dibêje, Hikûmeta Iraqê mafên rewa yên gelê Kurdistanê binpê kiriye û bûdceya Herêma Kurdistanê biriye û dorpêç xistiye ser Hêza Pêşmerge.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha diyar dike, ku referandum mafê rewa yê gelê Kurdistanê ye, her weke çawan ku mafê gelên din ên cîhanê jî ye.

Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a peyama xwe de radigihîne: “Ew serdem derbas bû ku bi zimanê gefî û çavsorkirinê, li dijî mafê rewa yê gelê Kurdistanê bisekinin, em hez jî nakin kes wî zimanî bi kar bîne. Gelê Kurdistanê aştî û biratiyê dixwaze, lê belê zimanê gef û înkarê ji ti kesî qebûl nake.”

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Di çend rojên derbasbûyî de hejmarek ji siyasî û karbidestên Iraqî ji bo dijayetîkirina referandumê û mafên gelê Kurdistanê, behsa destûr û pabendbûna bi destûra Iraqê dikin. Gelek baştir dibû eger wan birêzan bi hurî destûra Iraqê bixwendana ji ber ku di naveroka destûrê de bi zelalî hatiye ku, “Pabendbûna bi destûr Iraqê dê bibe sedema Iraqê bi yekparçeyî.”

Li vir pirsiyar ew e ku gelo ew pabendî destûrê bûne? Bi dehan mînak hene ku nîşan dide hikûmetên Iraqê pabendî wê destûrê nebûn ku xelkê Iraqê dengê xwe pê dabû. Lewma jî ji mafê me ye ku em referandumê bikin.

Mînakên wan binpêkirinan jî ev in:
Bi berevajiya destûr, di artêşa Iraqê de hevsengî hatiye têkdan û Kurd hatine dûrxistin. Ew jî di demekê de ye ku Pêşmerge esasê sereke yê artêşa Iraqê li piştî 2003 danî.

Di warê dîplomasî û karubarên derve de bi heman awayî kar ji bo goşegîrkirin û derxistina nûnerayetiyên xelkê Kurdistanê hatiye kirin.
Çendîn sal e Pêşmerge hatiye dorpêçkirin, ew jî tevî ku beşek bûye ji menzûma bergiriya Iraqê.
Herwiha jibilî li piştguhxistina madeya 140 û pêkanîna Encûmena Îttîhadî, ew encûmena bingeha tewafuq û tewazuna nav pêkhatên Iraqê ye.
Bi berevajiya destûr hewl dane bingeha sîstema federalî binpê bikin yan bi cîh nekin. Karê wan gihîştiye wê astê ku nanê xelkê Kurdistanê bi piçek îmze bibirin û me nedît ti aliyekî siyasî yan navendekî olî vê biryara nedesturî û nemirovane şermezar bike ku bi wê îmzeyê qutê xelkê Kurdistanê û şîrê zarokên Kurdistanê birîn.
Li gor kijan yasa û kijan madeya destûrê Iraqê Bexda ew maf daye xwe ku tedbîrên neyasayî derbarê gelê Kurdistanê derxîne?

Ji aliyeke din ve bi navê şeraketa di navbera pêkhatan de, Iraq pêwîstî bi bingeha tewafuqê hebû lê belê ew tewafuq jî têk dan û niha kar û bangeşeyê ji bo girtina deselatê ji aliyê piraniya siyasî dikin, û gelek baş jî dizanin mebesta wan ji piraniya siyasî çi ye, ku di rastiyê de armanca wan nehiştina şeraketê ye û dûrxistina pêkhatên sereke yên din e.

Em ji hemû aliyan re jî radigihînîn ku referandum mafekî sirûştî yê gelê Kurdistanê û hemû gelên cîhanê ye û ew mafê sirûştî divê têkeve destê gelê Kurdistanê de jî. Gelê ji bo çi divê tenê ev maf li ser gelê Kurdistanê bê heramkirin?

Me pabendbûn li beranber xwîna şehîdên xwe û raya giştî û daxwaziyên gelê xwe heye. Ji bo wê yekê em xwe ji wê mafê xwe paşgez nakîn û gelê Kurdistanê wê mafê sirûştiya xwe bi awayeke aştiyane û dûrî li tundutîjiyê piyade dike. Ji ber ku em nexwazin ezmûna tehl û şikest xwariya berê dûbare bikîn. Bi başî dizanîn her dû alî cîranê hevdû û bi kûrahî stratejiya hevdû bîn û wekî bira û dost hevkar û hemaheng bîn li warên cûr bi cûr da.

Ew serdem jî derbas bû, ku bi zimanê gef û çavsorkirinê li dijî mafê rewa yê gelê Kurdistanê rawestin û em hez jî nakîn kes wî zimanî bi kar bîne. Gelê Kurdistanê aştî û birayetiyê dixwaze lê belê zimanê gefê û înkarkirinê ji kesê qebûl nake.”

Mesûd Barzanî
19.07.2017”