Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Parlemanterekî berê: Raya giştî ya cîhanê ligel referanduma Başûr e

Hewlêr-KDP.info- Çavdêrê siyasî û parlemanterê berê yê Iraqê Mûeyed Teyib dibêje, bi dirêjahiya dîrokê dewletan biryar li ser çarenivîsa Kurdan dane û Kurdistan perçe kirine, lê vê carê û di 25-9ê de, dê bo cara yekê gelê Kurd biryarê li ser çarenivîsa xwe bide û raya giştî ya cîhanê ligel referanduma me ye.

Mûeyed Teyib ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev cara yekê ye ku gelê Kurd dê biryarê li ser çarenivîsa xwe bide, ku ew jî dibe rojeke dîrokî bo gelê gelê Kurd. Helbet li ser asta navdewletî jî serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê bi awayekî hekîmane wê pirsê birêve dibe û di gavê wek niha Kurdan piştgiriyeke wisa li ser asta navdewletî bidest nexistine.”

Bi baweriya wî çavdêrê siyasî, Iraq ber bi çarenivîseke reş û nediyar ve diçe, lewma jî nabe kes li dijî referandumê be û di referandumê de nebêje Erê. Qet Kurd wek niha azad nebûne ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.

Herwiha li gorî Teyib, niha raya giştî ya cîhanê piştgiriyê li referanduma Başûrê Kurdistanê dike, ji ber ku ji vê piroseya me fêm dikin.