Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Rewşa Awarte li Tirkiyê tê dirêjkirin

Ajans-KDP.info- Pêşniyara Serokwezîriya Tirkiyê ya derbarê dirêjkirina heyama “Rewşa Awarte” ji parlamentoyê re hate pêşkeşkirin.

Îro Duşemê 17-07-2017, Civata Ewlekariya Niştimanî ya Tirkiyê û her wiha Civata Wezîran civiya. Di van civînan de dawî biryara derbarê dirêjkirina dema rewşa awarte de hate dayîn.

Piştî gotûbêjkirinan, biryar pêşkêşî Parlamentıya Tirkiyê hate kirin. Di pêşniyarê de tê xwestin rewşa awarte 3 mehên din jî were dirêjkirin.

Biryar e sibê parlamento bicive û li ser dirêjkirina dema “Rewşa Awarte” biryarê bide.

Berî niha Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û serokwezîrê wî welatî Binalî Yildirim di gotinên xwe de bal kişandibûn ser pêwîstiya dirêjkirina heyama rewşa awarte.

Eger biryara dirêjkirinê were dayîn dê roja çarşemê ve bikeve warê bicîkirinê.