Hewlêr-KDP.info- Feylesufê Fransî Bêrnard Hênrî Lêvîdibîne ku avakirina dewleta Kurdistana serbixwe û azad dê bibe fakterek ji bo aştî û aramiyê li navçeyê.
Bêrnard Hênrî Lêvî di gotarekê de ku di rojnameya Lopwen a Fransî de belav bûye, behsa pirsa referandumê li Herêma Kurdistanê dike û dibêje, dewleta Iraqê piştî Şerê Cîhanê yê Yekem hatiye çêkirin, lê Herêma Kurdistanê wek neteweyeke cuda yan dewleteke cuda û xwedî resenayetî tê dîtin. Kurdistan rêzê li bingehên demokrasiyê digre, mîna azadî û wekheviya jin û mêran û parastina mafê kêmîneyan.
Hênrî Lêvî di gotara xwe de wiha dibêje, piştevaniya li serxwebûna Kurdistanê piştevanî li demokrasiyê ye û rêzgirtin e li mafê kêmîneyên neteweyî û olî. Piştevaniya li serxwebûna Kurdistanê, piştevanî ye li wekheviyê.
Wî feylesufê Fransî wiha domandiye, tevî ku dijmin û neyarên serxwebûna Kurdistanê hene, lê ew dewlet dê bibe sedema aştî û aramiyê li navçeyê.