Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Brîtanya: Emê berdewam bin li ser alîkariya Herêma Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtina xwe de ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de, Konsulê Brîtanya li Kurdistanê Martn War tekez kir li ser alîkariyên welatê xwe yên ji bo Herêma Kurdistanê ji aliyê serbazî ve.

Îro danê sibehê, Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Martn War Konsulê nû yê Brîtanya li Kurdistanê û şanda pê re kir.
Di wê civînê de, Martn War hêvî xwest ku hevkarî û hevahengî di navbera dezgehên Hikûmeta Kurdistanê û Konsulxaneya Brîtanya de berdewam bin, da ku pêwendiyên di navbera herdu aliyan de berfirehtir bibin.

War, mêrxasî û neberdiya xelk û Pêşmereyên Kurdistanê di rûbirûbûna terorîstên DAIŞê de û herwiha di pêşwaziya hejmareke zêde ji koçberan, bilind nirxand. Herwiha tekez kir ku welatê wî dê berdewam be di alîkariya Herêma Kurdistanê nexasim jî di warê serbazî de.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Kurdistanê spasî welatê Brîtanya kir li ser alîkariyên wê yên mirovî û serbazî bo Kurdistanê û tekez kir li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera herdu aliyan de.