Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Endamê şanda referandumê: Ewropa piştgiriyê li referanduma me dike

 

Silêmanî-KDP.info- Endamê şanda Komîteya Referandumê bo serxwebûna Kurdistanê Mihemed Hawdiyanî dibêje, serdana şanda wan ji bo Ewropa serkeftî bû û piştrast bû ku Ewropa piştgiriyê li serxwebûna Kurdistanê dike.

Mihemed Hawdiyanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Berpirsên pilebilind ên Beljîka û Yekîtiya Ewropa û Hikûmeta Herêma Flanderz bi hûrî guh li şanda bilind a referandumê girtin û piştevaniya xwe bo referanduma serxwebûna Kurdistanê nîşan dan.”

Wî endamê şanda Kurdistanê tekez kir li ser serkeftina serdana şanda Kurdistanê ya dîplomatîk û ragihand: “Ewropa piştgiriyê li gelê Kurdistanê dike ku referanduma xwe bike ji bo serxwebûnê.”