Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Heyder Şeşo partiya xwe ragihand..Divê Şingal vegere ser Herêma Kurdistanê

 

Dihok-KDP.info- Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê Heyder Şeşo îro li parêzgeha Dihokê partiya xwe ya nû ragihand û navê wê kir Partiya Êzdî ya Demokrat. Wek serokê wê partiyê dibêje, ew piştgiriyê li referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê dikin û dixwazin Şingal vegere ser Herêma Kurdistanê.

Heyder Şeşo ji malpera KDP.info re ragihand: “Me kongireya xwe li Dihokê lidar xist ji ber ku piraniya Êzdiyan li parêzgeha Dihokê ne wek koçber, ku nêzîkî %80 ji Êzdiyan e. Herwiha em spasiya Parêzgarê Dihokê û hêzên ewlehiyê dikin li ser alîkariya wan ji bo serxistina kongireyê me.”
Şeşo wiha got: “Partiya me serbixwe ye û ne ser bi ti aliyekî ve ye. Pêwendiya me bi hemû aliyan re xweş e û ti gavê em nikarin li dûrî wan bin. Armanca me jî ji avakirina vê partiyê xizmetkirin û bidestanîna mafê rewa yê Êzdiyan e.”
Şeşo wiha got: “Partiya me pirsa referandumê wek pirseke pir pir girîng dibîne û bi nêrîna me jî divê Êzdî hemû vê pirsê girîng bibînin, ji ber ku Kurdistan axa me ye û welatê me ye û referandum man û nemana me ye, ku divê referandum li hemû navçeyên Êzdiyan birêve biçe û divê Şingal bi fermî vegere ser Herêma Kurdistanê, ji ber ku Êzîdxan Kurdistan e û Kurdistan Êzîdxan e û nabe em jihev cuda bikin.”