Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Referandum dê li navçeyên rizgarkirî jî birêve biçe..Pêşmerge dê parastinê bike

Hewlêr-KDP.info- Fermandarên Hêzên Pêşmerge li navçeyên Kurdistanî yên rizgarkirî dibêjin, referanduma serxwebûna Kurdistanê dê li navçeyên bin destê wan birêve biçe, da ku xelkê wan navçeyan biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.

Fermandarê Pêşmerge li Eniya Başîkê Hemîd Efendî ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge navçeyên xwe yên Kurdistanî diparêzin, ku me bi xwe ev navçe rizgar kirine, lewma jî referandum dê li van navçeyên Kurdistanî jî birêve biçe û pêşmerge dê xelkê biparêzin, lewma jî dê ti alozî çênebin û dê ev prose bê pirsgirêk birêve biçe.”

Li gorî Efendî, “Xelkê navçeyên Kurdistanî ligel encamdana referandumê ne û dê tê de beşdar bibin, lewma jî biryar e di van çend rojan de rênmayên taybet derbarê vê yekê bighên Hêzên Pêşmerge û fermandarên wan. Em jî ji bo parastina xelkê bi hemû awayekî di amadebaşiyê de ne.”

Haşim Sîteyî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Referandum dê li Şingalê jî birêve biçe û emê wek Hêzên Pêşmerge parastina xelkê bikin û dê referandum bê pirsgirêk birêve biçe. Herwiha xelk jî bi germî li hêviya roja referandumê ne û dê bêjin Erê jî.”

Barzan Ehmed Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Eniya Kerkûkê jî ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge navçeyên Kurdistanî diparêzin û ewlehiya wan van navçeyan diparêze, lewma jî niha ti pirsgirêkeke emnî li wan tune ye, lewma jî xelk pir bi germî li hêviya roja referandumê ne û dê bêjin Erê ji bo ku navçeyên me bikevin ser Herêma Kurdistanê de û Erê ji Kurdistaneke serbixwe re.”