Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Endamê şanda Kurdistanê: Piştgiriya Yekîtiya Ewropa ji me re pir girîng e û ew yek jî pêk hat

Broksel-KDP.info- Endamekî şanda Kurdistanê li Ewropa dibêje, Yekîtiya Ewropa encama referanduma Başûrê Kurdistanê qebûl dike û serdana wan serkeftineke mezin bidest aniye.

Emdamê Şanda Bilind a Referandumê Mihemed Îlxanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Di hemû civînan de, aliyên Ewropa tekez kirin ku ew rêzê li encama referanduma Kurdistanê digrin. Herwiha biryar dan ku ew çavdêran bişînin Kurdistanê ji bo çavêriya referandumê. Lewma jî em dikarin bêjin ku serdana me serkeftin bidest anî.”

Mihemed Îlxan wiha got: “Di civînê me de hem ligel Beljîka û hem jî ligel Parlemantoya Ewropayê de, têgiheştineke pir baş li di navbera me de hebû û wan ji me re tekez kir ku ewê rêzê li encama referandumê bigrin, ku ev yek jî li cem me pir erênî ye, ji ber ku piştgiriya Yekîtiya Ewropa ji me re pir girîng e û ew yek jî pêk hat.”
Attachments area