Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hewlêr û Bexda ji bo petrol û elektrîkê komîteyek hevbeş pêk tînin

Hewlêr-KDP.info- Şanda hikûmeta Iraqê îro li Hewlêrê bi Encumena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hevdîtin pêk anî û li gorî agahiyan, her du aliyan derbarê “pêkanîna komîteyeke hevbeş ji bo pêşxistin û çawaniya rêxistina hemahengiya navbera Bexda û Hewlêrê di ware petrol û kehrebayê de gotûbêj kirin.”

Şandeke pilebilind a hikûmeta Iraqê îro çarşembî 12ê Tîrmeha 2017ê bi serdanekê gihîşt Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê, ku ji wezîrên petrol, kehreba, çandinî, perwerde û Serokê Dîwana Çavdêrî û Alîkarê Wezareta Petrola Iraqê pêkhatibû.

Şanda iraqî li Firokexaneya Navdewletiya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Kurdistanê Aştî Hewramî, Wezîrê Perwrde ya Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq û çend berpirsên din ên Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.

Herwiha şanda iraqî îro berî nîvro li baregeha encumena wezîran ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanê û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî ve hat pêşwazîkirin û her du alî piştî merasima pêşwaziyê bi hev re civiyan.

Herdu aliyên di civînê de, amadebûna xwe bo vekirina rûpeleke nû û berdewamiya gotûbêjan bo çareserkirina pirsgirêkan nîşan da.”
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Gotûbêj derbarê komîteyeke hevbeş hat kirin, bi armanca pêşxistin û çawaniya rêxistina hemahengiya navbera Bexda û Hewlêrê di ware petrol û kehrebayê de, bi awayekê ku berjewendiya hemû gelên Iraqê were berçavgirtin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di vê hevdîtinê de behsa qonaxa piştî Mûsilê kiriye û ragihandiye, hemû alî bi kontrolkirina Mûsilê qazanc dikin, dive hemû jî hevkar bin bo qonaxa piştî DAIŞê û asayîkirina rewşa hevwelatiyên wê navçeyê û vegerandina awareyan bo warên wan.

Di beşeke din a civînê de, behsa pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê di qonaxa piştî DAIŞê de hat kirin, bi taybet li wan navçeyên ku pêştir ji aliyê DAIŞê ve hatibûn kontrolkirin û niha pêwîstiya wan bi avedankirinê û xizmetgihandinê heye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê “amadeyiya xwe nîşan da, ku çawa derî ji bo hatina koçberan vekiribû, bi heman awayî jî hemaheng bin bo vegerandina wan û vejandina jiyanê li wan cihên ku zirar dîtine.”

Şanda hikûmeta Iraqê jî li hember wê amadebûna ku Hewlêrê ji bo hemahengî û hevkariya li gel hikûmeta Iraqê li xwe nîşan da, spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Di civînê de, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yî Kurdistanê, Wezîrê Plandanîn, Wezîrê Perwerde, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Alîkarê Wezareta Darayî û Aborî yê bi wekalet, Alîkarê Wezareta Kehrebayê û Seketerê Encumena Wezîran jî amade bûn.