Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Parlemantoya Ewropayê dê çavdêriya referanduma Kurdistanê bike

 

Parlemantoya Ewropa-KDP.info- Serokê Fraksyona Xristiyanan di Parlemantoya Ewropayê de ragihand ku ew piştgiriyê li Herêma Kurdistanê dikin û dê çavdêran jî bişînin Kurdistanê ji bo çavdêriya prosesa referandumê.

Îro şanda Encumena Bilind a Referandumê li Broksel ligel Frakisyona Xristiyanan di Parlamentoya Ewropa civiya. Piştî bidawîhatina wê civînê, Serokê Frakisyona Xristiyanan ji rojnamevanan re axivî û behsa wê civînê kir.
Serokê Frakisyona XristiyananManfred Feer ragihand: “Min bi çavê xwe dîtiye ku Herêma Kurdistanê çiqasî alîkariya Xristiyanan kiriye û niha dema wê yekê hatiye ku em wek Parlemantoya Ewropa piştgiriya Kurdan bikin. Kurdistan mînakek e ji demokrasiyê re li navçeyê û divê em encama referandumê qebûl bikin.”
Manfred Feer Tekez kir ku, Yekîtiya Ewropayê rêzê li xebata Pêşmerge ji bo şikandina DAIŞê û parastina Xristiyanan digre, lewma jî dê çavdêran bo referanduma 25ê Îlonê bişîne Kurdistanê ji ber ku, roja birêveçûna referandumê rojeke dîrokî ye.