Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Em bi zorê ketine ser Iraqê de û vê yekê tawanek mezin aniye serê me

 

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, di encama xistina bi zorê ser bi Iraqê ve, gelê Kurdistanê êş û zor dîtiye û tawana mezin bi mafê wê hatiye kirin.

Di civînekê de ligel Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Derve yê Hindistanê Vecay Komar de, ronahî xiste ser dawî pêşhatên şerê li dijî DAIŞê û pêwendiyên ligel her du aliyan û proseya referandûma serxwebûna Kurdistanê, ya ku di 25ê Îlona îsal bi rê ve diçe.
Herwiha têr û tijî behsa rewşa siyasî, aborî û civakî hate kirin, ku bûne sedema serîhildana rêxistinên teroristî li navçê û Iraqê. Hevdem serkeftina leşkerî yên vê dawiyê li Mûsilê, bi têkşandineke mezin ya leşkerî li dijî DAIŞ binav kir, ku şikestina bîrokeya tundrewî li wê deverê pêwîstî bi kar û hevahengiya zêdetir heye.
Li hemberê, Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Derve yê Hindistanê bi rêzî behsa rola qehremaniya Pêşmerge di şerê terorê de kir û qurbanîdana Pêşmerge û xebata gelê Kurdistanê li dijî gefên mezin bilind nirxand. Herwiha tekezî li wê kir, ku Hindistan di piştevanî û alîkariya zêdetir bo Herêma Kurdistanê berdewam dibe.