Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokwezîrê Herêma Flanders: Divê rêz li biryara gelê Kurdistanê bê girtin

Baljîka-KDP.info- Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û şanda Encûmena Bilind a Referandomê ligel serokwezîr û berpirsên bilind ên Herêma Flandersê civiyan. Serokwezîrê Herêma Flanders ragihand ku Herêma Kurdistanê derguşa demokrasî û aştiyê ye û divê rêz li biryara xelkê Kurdistanê bê girtin ji bo ku çarenivîsa xwe diyar bike.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û şanda Encûmena Bilind a Referandomê ligel Serokwezîrê Herêma Flanders Geart Borjaw û berpirsên bilind ên herêmê gotûbêj li ser pirsa referandoma serxwebûna Kurdistanê pêkanîn.

Piştî wê civînê Serok Barzanî û Geart Borjaw kongreyeke rojnamevanî lidar xistin û tê Serok Barzanî ragihand ku, civîna wan gekelî baş bû û me peyama xelkê Kurdistanê gihande dostên xwe li Belcîka, herwiha got ku, wan jî helwesteke baş hebû.

Serokê Herêma Kurdistanê got jî ku, ew dostên mene û dikarin piştgiriya me bikin û alîkariyan bidin me, em jî çaverêya wan dikin ku, piştgiriya biryara me bikin û tekez kir ku têgihiştineke dostane hebû.herwiha got, piraniya wan amade ne çavdêrên xwe bo pirsa referandomê bişînin û Belcîka jî amadeye çavdêran bişîne.

Di dawiyê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz ji xelkê Kurdistanê kirk u, xwe bo roja 25ê Îlonê amade bikin û biçin ser sindoqê dengdanê û dengê xwe bidin, silavên xwe bo revenda Kurdî li Ewropayê rêkirin û daxwaz ji wan kir ku, beşdariyê di pirsa referandomê de bikin û erkê xwe yê niştimanî cîbecî bikin.

Herwiha Serokwezîrê Herêma Flanders ragihand ku Herêma Kurdistanê derguşa demokrasî û aştiyê ye û divê rêz li biryara xelkê Kurdistanê bê girtin ji bo ku çarenivîsa xwe diyar bike.

Di civîna Serok Barzanî û berpirsên Herêma Flanders de ala Kurdistanê û ala Herêma Flanders hatin danîn, ku yekem car e di civînên berpirsên bilind ên Kurdistanê yên ligel welatên derve de ala Iraqê nayê danîn.